PDK û YNKê li Silêmaniyê dicivin

Navenda Nûçeyan (K24) – Biryare sibe yekşemê her du polîtburoyên Partiya Demoktat a Kurdistanê (PDK) û Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) li Silêmaniyê bicivin.

Jêderekî ji Polîtburoya PDKê ji K24ê re ragihand, polîtburoyên PDK û YNKê sibe 4ê Sibata 2024an, demjimêr 11:00 li Silmaniyê dicivin.

Diyar kir jî, şanda PDKê ji endamên Desteya Kargêrî ya Polîtburoya PDKê pêt tê ku Fazil Mîranî serokatiya wê dike.

Li hemberê, Bafil Talebanî dê serokatiya şanda YNKê bike, ku ji Aso Mamend, Derbaz Kosret Resûl û Qubad Talebanî pêk tê.

Têkiliyên siyasî yên her du aliyan, rewşa navxwe û pirsa hilbijartinên parlamentoya Kurdistanê û hilbijartina parêzgarên Kerkûk û Neynewayê mijarên civînê ne.