Danûstandin li ser bicihanîna yadaştnameya hevfehimandinê ya navbera Wezareta Pêşmerge û Pentagonê tên kirin

Navenda Nûçeyan (K24) – Serokê Erkana Wezareta Pêşmerge û Berpirsê Nivîsîngeha Arîkarê Asayîşê li Konsulxaneya Giştî ya Amerîkayê li Hewlêrê danûstandin li ser bicihanîna yadaştnameya hevfehimandinê ya navbera Wezareta Pêşmerge û Pentagonê û herwesa bizavên rêkxistina hêzên cuda cuda yên Pêşmergeyên Kurdistanê dikin.

Wezareta Pêşmerge ragehand, “Serokê Erkana Wezareta Pêşmerge Ferîq Rukin Îsa Uzêr îro (Duşem, 5.2.2024) pêşwaziya Berpirsê Nivîsîngeha Arîkarê Asayîşê li Konsulxaneya Giştî ya Amerîkayê li Hewlêrê Kolonêl Michael Gachero kir.

Her du aliyan bername û pilanên paşerojê yên hevpar û giringîdana bi bingeha meşq û rahênanan û dawî bizavên Wezareta Pêşmerge di piroseya dubare rêkxistina yekîne û hêzên cuda cuda yên Pêşmergeyan de û helsengandina çawaniya birêveçûna wê piroseyê û paşeroja hêza Pêşmergeyên Kurdistanê xistin ber behs û xeberan.

Di tewerekê dî de, her du aliyan qonaxên bicihanîna yadaştnameya hevfehimandinê ya navbera Wezareta Pêşmerge û Wezareta Bergiriyê ya Amerîkayê (Pentagon) xistin ber behs û xeberan û bi giringî behsa wê yadaştnameyê kir û li ser bicihanîna bend û xalên wê hevnerîn bûn.

Herwekî ku di ragehandina Wezareta Pêşmerge de amaje pê hatiye dan, Serokê Erkana Wezareta Pêşmerge tekez kiriye ku, Wezareta pêşmerge li ser piroseya çaksaziyê û rêkxistina hêzên Pêşmergeyan pabend e û dê berdewam jî be heta wê piroseyê digehîne encamê.

Roja 21ê Îlona 2022ê, bi berhevbûna Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî, Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, Arîkara Wezîrê Bergiriyê yê Amerîkayê Celeste A. Wallander û Wezîrê Pêşmerge yê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Şoriş Îsmaîl, Wezareta Bergiriyê ya Amerîkayê (Pentagon) û Wezareta Pêşmerge ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê yadaştnameya hevfehimandinê îmza kir.