Civata Parêzgeha Neynawayê Ebdulqadir Dexîl wekî Parêzger û Ehmed Hasûd wekî Serokê Civata Parêzgehê hilbijartin

Civîna Civata Parêzgeha Neynawayê
Civîna Civata Parêzgeha Neynawayê

Navenda Nûçeyan (K24) – Piştî Hilbijartinên Serokê Civata Parêzgeha Neynawayê û Parêzgerê Neynawayê, li dû lihevkirina aliyên wê civatê, divê postê Cîgirê Parêzgerê Neynawayê ji bo kandîdê PDKyê be lê ew yek ji bo civîna bê hat paşxistin.

Civata hilbijartî ya parêzgeha Neynawayê îro (Duşem, 5.2.2024) civîna xwe ya yekê kir û bi koma dengan Ebdulqadir Dexîl wekî parêzgerê Neynawayê û Ehmed Hasûd wekî Serokê Civata Parêzgeha Neynawayê hatin hilbijartin.

Peyamnêrê K24ê Derman Baedrî ku li hola wê civînê berhev bûbû eşkere kir, “Li dû lihevkirina aliyan ji bo lêkvekirina postên Hikûmeta Xwecihî ya Parêzgeha Neynawayê, biryar bû Sîrwan Rojbeyanî wekî kandîdê PDKyê ji bo postê Cîgirê Parêzgerê Neynawayê bê hilbijartin”.

Tevî ku hilbijartina Parêzgerê Neynawayê, Serokê Civata Parêzgeha Neynawayê û û Cîgirê Serokê Civata Parêzgeha Neynawayê bi rêya dengdanên eşkere hat kirin, lê di dema hilbijartina Cîgirê Parêzgerê Neynawayê de daxwaz hat kirin ku ew bi dengdana nihênî be û ev jî berivajî naveroka lihevkirina pêşwext a aliyan bû, lewma jî piroseya hilbijartina Cîgirê Parêzgerê Neynawayê hat paşxistin.

Roja 28ê Berçileya 2023ê, Komisyona Bala ya Hilbijartinan a Îraqê encamên dawiyê yên hilbijartinên Civata Parêzgeha Neynawayê ragehandin, ku hejmara giştî ya dengan 906 hezar û 294 deng bûn û li ser 29 kursiyan hatibûn lêkvekirin ku 19 kursî ji bo mêran, heft kursî ji bo jinan û sê kursî jî ji bo kutaya pêkhatan bin.