Firaksiyona PDKyê ji civîna Civata Parêzgeha Neynawayê derdikeve

Civata Parêzgeha Neynawayê
Civata Parêzgeha Neynawayê

Navenda Nûçeyan (K24) – Firaksiyona PDKyê û hejmareka endamên Firaksiyona Neynawa Muwehedeyê ji nav civîna Civata Parêzgeha Neynawayê derdikevin.

Îro (Pêncşem, 08.02.2024) seet 01:00 ê piştî nîvroyê, civîna civata hilbijartî ya parêzgeha Neynawayê ji bo hilbijartina cîgirên parêzgerê Neynawayê hat destpêkirin, lê Firaksiyona PDKyê û hejmareka endamên Firaksiyona Neynawa Muwehedeyê ya girêdayî Necim Ciborî ji hola civînê derkeftin.

Li dû zanyarên Peyamnêrê K24ê Derman Baedrî, “Endamên Firaksiyona PDKyê amaje da ku nerazîbûna wan ji ber wê yekê bû ku, Serokê Civata Parêzgeha Neynawayê peyrewê navxwe yê civatê binpê kir, ji ber ku dengdana ji bo cîgirê duyê yê parêzgerî xist pêş hilbijartina cîgirê yekê. Li dû lihevkirina siyasî ya aliyan, postê cîgirê yekê yê parêzgeha Neynawayê bi PDKyê û kandîdê wê Sîrwan Rojbeyanî bê dan”.

Civata hilbijartî ya parêzgeha Neynawayê li roja Duşemê, 05.02.2024, civîna xwe ya yekê kir û Ebdilqadir Dexîl wekî Parêzgerê Neynawayê, Ehmed Hasûd wekî Serokê Civata Parêzgeha Neynawayê û Mihemed Ciborî wekî Cîgirê Serokê Civata Parêzgeha Neynawayê hatin hilbijartin.

Komisyona Bala ya Hilbijartinan a Îraqê li roja 28.12.2024ê encamên dawiyê yên hilbijartinên Civata Parêzgeha Neynawayê ragehandin, ku hejmara giştî ya dengan 906 hezar û 294 deng bûn û li ser 29 kursiyan hatibûn lêkvekirin, ku 19 kursî ji bo mêran, heft kursî ji bo jinan û sê kursî jî ji bo kutaya pêkhatan in.