Merûf: Biryarnedana Dadgeha Federal li ser pirsa kutayan ji bo paşxistina hilbijartinên Kurdistanê ye

Navenda Nûçeyan (K24) – Wezîrê Karûbarên Pêkhateyan yê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Aydin Marûf diyar kir, biryarendana îro ya Dadgeha Federalî ya Iraqê, zêdetir ji bo paşxistina hilbijartinên Parlamentoya Kurdistanê ye.

Aydin Marûf îro 11ê Sibatê ji K24ê re ragihand, Dadgeha Federalî îro nikarî biryarê li ser yasaya hilbijartinan bide. Diyar e ku biryarendana îro ya Dadgeha Federal zêdetir, ji bo paşxistina hilbijartinên Parlamentoya Kurdistanê ye

Aydin Marûf tekezî li wê kir: “Me berê jî gotibû ku ev mijar veguheriye pirseke siyasî. Di navbera aliyên siyasî de pirsgirêk derketine, mijara kotayan jî ji bo armancên xwe yên siyasî bikar tînin.”

Li gorî Wezîrê Karûbarên Pêkhateyan: “Zêdetirî 10 meh in ev gilî heye û 10 caran jî hatiye paşxistin. Giliyên din jî hene ku dibe di heyama heftiyek-du heftiyan de biryar li ser hatibe dayîn, lê ev cara 10emîn e ku mijar tê paşxistin û ev paşxistin guman tê de heye.”

Marûf amaje bi wê kir, “Armanceke siyasî li pişt biryarnedanê heye, ew dixwazin hilbijartinên Parlementoyê Kurdistanê zêdetir bipaş bixin.”

Ev daxuyaniya Wezîrê Pêkhateyan ya Herêma Kurdistanê di demekê de ye, îro careke din Dadgeha Bilind a Federal a Iraqê rûniştina li ser yasaya hilbijartinên Herêma Kurdistanê bipaş xist.

Ew gilî li ser pênc xalên yasaya hilbijartina Parlamentoya Kurdistanê hatine tomarkirin, ku behsa hejmara kursiyên parlamentoyê, yek bazine û fireh bazneya hilbijartinan û hejmara kursiyên kotayê dike. Ev gilî jî ji aliyê Serokê Fraksiyona YNKê Ziyad Cebar û endamê Kirîstiyanî yê Encûmena Parêzgeha Silêmaniyê Amanc Necîb Şemûn ve hatine tomarkirin.

Li gor madeya 36 ya yasaya Hilbijartina Parlamentoya Kurdistanê, 5 kursiyên kotayê ji bo pêkhateyên Kildan, Suryan û aşûriyan tê veqetandin, kursiyek ji bo pêkhateya Ermenî û 5 kursî jî ji bo Tirkmenan tê dayîn.

Eger Dadgeha Federalî di berjewendiya giliyê de biryar bide; 11 kursiyên pêkhateyan li Parlamentoya Kurdistanê dê dakeve 6 kursiya û ti kursiyeke Tirkmenan jî di parlamentoyê de namîne.