Mesrûr Barzanî ji bo beşdarbûna Lûtkeya Cîhanî ya Hikûmetan serdana Îmaratê dike

Navenda Nûçeyan (K24) – Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî ji bo beşdarî Lûtkeya Cîhanî ya Hikûmetan bibe, serdana Îmaratê dike.

Nivîsgeha Serokwezîrê Herêma Kurdistanê îro di daxuyaniyekê de ragihand, “Serokwezîr Mesrûr Barzanî îro 11ê Sibatê ji bo beşdarbûna di Lûtkeya Cîhanî ya Hikûmetan de ku dê rojên 12-14ê Sibatê li Dubayê were lidarxistin, ber bi Îmaratê ve birê ket.”

Diyar kir jî, “Serokwezîr Mesrûr Barzanî li ser vexwendina taybet a Cigirê Serokê Dewleta Îmaratê, Serokwezîr û Mîrê Dubayê Şêx Mihemed Bin Reşîd El-Mektûm beşdarî lûtkeyê dibe, ku biryar e di wê lûtkeyê de gotarekê bi amadebûna hijmareke serokwezîr û berpirsên payebilind pêşkêş bike.”

Amaje bi wê jî kir, “Serokwezîr Mesrûr Barzanî her wiha di çarçoveya lûtkeyê de, dê bi rayedarên ereb, herêmî û navneteweyî, bîrmend û karsazan re çend hevdîtinan pêk bîne.”