Li Diyarbekirê kesek û 611 kîloyên madeyên hişbir tên desteserkirin

Wêne: Parêzgehiya Diyarbekirê
Wêne: Parêzgehiya Diyarbekirê

Diyarbekir (K24) – Li bajarê Diyarbekirê yê Bakurê Kurdistanê operasiyonek ji bo desteserkirina madeyên hişbir tê kirin, kesek û 611 kîloyên madeyên hişbir di wê operasiyonê de tên desteserkirin.

Parêzgehiya Diyarbekirê îro (Çarşem, 14.02.2024) di daxuyaniyeke nivîskî de ragihand, li Licêya navçeya Diyarbekirê ji aliyê hêzên ewlehiyê ve operasiyonek hatiye pêkanîn.

Di wê daxuyaniyê de hat eşkere kirin ku, 611 kîlo madeya hişbiriyê (Esrar) hatiye desteserkirin.

Herwesa hat eşkere kirin ku, li ser vê bûyerê kesek jî hatiye desteserkirin û lekolîn hatine destpêkirin.