Navenda Çanda Kurd "Ronahî" ya Rêspûblika Azerbêjanê serexweşiyê li Serok Barzanî dike

Navenda Çanda Kurd "Ronahî" ya Rêspûblika Azerbêjanê serexweşiyê li Serok Barzanî dike
Navenda Çanda Kurd "Ronahî" ya Rêspûblika Azerbêjanê serexweşiyê li Serok Barzanî dike

Mosko (K24) - Ji koça dawiyê ya xûşka Serok Barzanî, Zekiya Mela Mistefa Barzanî, Navenda Çanda Kurd "Ronahî" ya Rêspûblika Azerbêjanê serxweşiyê li Serok Barzanî dike.

Navenda Çanda Kurd "Ronahî" ya Rêspûblika Azerbêjanê îro (Şemî, 25.02.2024), ji ber koça dawiyê ya xûşka Serok Barzanî, Zekiya Mela Mistefa Barzanî, peyameka sersaxiyê ji Serok Mesûd Barzanî re şand.

 

Sersaxiya Navenda Çanda Kurd "Ronahî" ya Rêspûblika Azerbêjanê

Birêz Serok Mesûd Barzanî!

Em hemû Kurdên Azerbêjanê bi dilekî xemgîn pê hesiyan ku Zekiya Mela Mistefa Barzaniyê - xwîşka we çû ser dilovaniya xwe.

Bi rastî vê dilê me hemûyan xemgîn kir. Em kurdên Azerbêjanê baş dizanin ku rehmetî Zekiya Xan çiqas dilsoza milet û welatê xwe bûye, bi çûyîna xwe kulekê di dilê me de vekir. Em gelekî xemgîn in.

Li ser navê Navenda Çanda Kurd "Ronahî" ya Rêspûblika Azerbêjanê, ez sersaxiyê li gelê kurd û malbata we dikim, bila hezar rehmet li gora wê bin. Xwîşka Zekiya Xan herdem di dilê me de bijî.

Serokê Navenda Çanda Kurd "RONAHî" ya Rêspûblika Azerbêjanê: Zabît Mammadov

Cîgîrê Serokî: Êmîn Xanlarov.

Cîgîrê Serokî: Paşa Hesenov.

Serokê Meclîsa Rûspiyên Civaka Kurd: Əhməd Həpo.

24 Sibat 2024 - Bakû