Neviyê Şêx Seîd li Diyarbekirê bû namzedê hevpar ê Partiya Saadet û Partiya Pêşerojê

kurdistan24.net

Diyarbekir (K24) – Yek ji Neviyên Şêx Seîd, Muhammed Sabir Firad bû namzedê hevpar ê Partiya Saadet û Partiya Pêşerojê bo Şaredariya Bajarê Mezin a Diyarbekir. Muhammed Sabir Firad da zanîn, ewê kar ji bo aşkerekirina cihê gorên Şêx Seîd û hevalên wî bike.

Neviyê Şêx Seîd Muhammed Sabir Firad li nêzîkî qada ku tê gotin Şêx Seîd û hevalên wî lê hatine veşartin fatihe xwend û xebatên xwe yên hilbijartinê da destpêkirin. Muhammed Sabir Firadê ku di Partiya Saadetê de wek Endamê Lijneya Rêveberiyê cih digirt ji aliyê Partiya Saadetê ve wek namzedê Serokatiya Şaredariya Bajarê Mezina Diyarbekir hat destnîşankirin û daxuyaniya xwe ya yekem jî li Qada Şêx Seîd da û di daxuyaniyê de amaje kir ku Diyarbekir navendek girîng e û wî xwestiye helwesta xwe û armanca xwe bide nîşan û bide zanîn.

Namzedê Serokatiya Şaredariya Bajarê Mezin a Diyarbekir Muhammed Sabir Firat ji K24ê re got: “Armanca min a sereke ew e ku dema werim ser kar cihê gorên Şêx Seîd efendî û hevalên wî aşkere bikim. Em ji bo ku qazanç bikin bûne namzet. Evder cih û warê bav û kalê me ye.”

Muhammed Sabir Firat ji aliyê Partiya Saadetê ve bo Diyarbekir hat nîşandan û hat ragihandin ku namzetê hevpar ê Partiya Saadetê û Partiya Pêşerojê ye. Rêveberên Partiya Pêşerojê jî anîn ziman ku wan navek xurt nîşan dane û li Diyarbekirê ji xwe bawer in ku dê dengek girîng bistînin.

Serokê Partiya Pêşerojê yê Şaxa Diyarbekir Aydin Altaç dibêje: “Em bi îdda ne, em ji xwe bawer in, em polîtîkayek wisa nîşan didin ku polîtîkayên me nêzîkî gel in, ji ber wê yekê jî ez bawer dikim ku emê li Diyarbekirê dengek girîng bistînin.”

Partiya Saadetê û Partiya Pêşerojê didin zanîn ku wan navek wisa nîşan daye ku ji hemu aliyên kurdan deng bistîne û wan xwestiye bidin nîşan  ew amade ne pişgirî bidin her gavek bo çareseriya pirsa kurd.