Ela Nişo: Hikûmeta Herêma Kurdistanê hikûmeteke nerm û nimûneyî ye

Ela Nişo
Ela Nişo

Navenda Nûçeyan (K24) - Şarezayekî Stratejiyê amajeyê dide, “Amerîkayê peywendiyeke mukom bi Herêma Kurdistanê re heye”, herwesa dibêje, “Serdana Serokwezîr Mesrûr Barzanî ji bo Waşintonê dê encamên gelek mezin û baş hebin”.

Şarezayê Stratejiyê Ela Nişo ji K24ê re ragehand, “Serdana Serokwezîr Mesrûr Barzanî ji bo Waşintonê serdaneke serkeftî bû, ev serdan di çarçoveya hejmareke astengan de hatiye, ku niha di rêya Îraq û Herêma Kurdistanê de ne”.

Wî şarezayê stratejiyê amaje da, “Serdana Serokwezîr Mesrûr Barzanî ji bo Waşintonê dê encamên gelek mezin û baş hebin, ku bi awayekî giştî dê bandor li ser Îraq û deverê hebe, bi awayekî diyar pêdivîtiya Herêma Kurdistanê bi arîkariya Amerîkayê heye”.

Ela Nişo bi giringî ve behsa Hikûmeta Herêma Kurdistanê kir û got, “Hikûmeta Herêma Kurdistanê kariye hikûmeteke nerm û nimûneyî be”. herwesa got, “Amerîkayê peywendiyeke mukom bi Herêma Kurdistanê re heye”.

Roja Şemê, 24.02.2024, Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî bi vexwandineka fermî gehişt Waşintona paytexta Amerîkayê.

Serokwezîr Mesrûr Barzanî li Koçka Spî, Wezareta Derve û Kongirêsê hejmareke civînan bi berpirsên bilind ên wî welatî re dike.

Tewerê serekî yê wan civînan girêdayî zêdetir pêşxistina peywendiyên Herêma Kurdistanê û Amerîkayê û dawî guhertin û pêşveçûnên rewşa giştî ya Îraq û deverê dibe.