Koçka Spî naveroka civîna Mesrûr Barzanî û Jake Sullivan belav dike

Navenda Nûçeyan (K24) - Koçka Spî amajeyê dide ku Şêwirmendê Ewlehiya Niştîmanî ya Amerîkayê Jake Sullivan bi Serokwezîrê Herêma Kurdistanê re dicive,  herwesa naveroka civîna wan belav dike.

Koçka Spî di derheqa civîna Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî û Şêwirmendê Ewlehiya Niştîmanî ya Amerîkayê Jake Sullivan de ragehandinek belav kir ku tê de hatiye, Şêwirmendê Ewlehiya Niştîmanî ya Amerîkayê Jake Sullivan li Koçka Spî bi Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî re civiya.

Herwesa di wê ragehandinê de hatiye, Sullivan rêz û spasiyên xwe ji bo hevpariya domdirêj a navbera Kurdistanê û Amerîkayê diyar kirin, herwesa ew yek jî tekez kir ku arîkarî û piştevaniyên Amerîkayê ji bo Kurdistaneke bihêz û şiyan ji aliyê aborî ve berdewam be, wekî ku di destûrê Îraqê de amaje pê hatiye dan. Sullivan herwesa amaje da rolê diyar ê hêzên Pêşmergeyan di şerê dijî teroristên DAIŞê de û tekez li ser hevpeymaniya dîrokî ya navbera Amerîkayê û Pêşmergeyan kir.

Koçka Spî herwesa ron kiriye, Sullivan hevxemiya xwe ji bo hêzên Pêşmergeyan û xelkê sivîl ê Kurdistanê diyar kir, ku di şerê dijî DAIŞê de gelek qurbanî dane û canîfedayî kiriye. Tekez jî kir ku Amerîka ji bo bihêzkirina ewlehiyê piştevaniya Herêma Kurdistanê dike.

Koçka Spî eşkere jî kir, Şêwirmendê Ewlehiya Niştîmanî ya Amerîkayê êrîşên Îranê û hêzên girêdayî wê yên li ser Herêma Kurdistanê şermezar kirin.

Sullivan tekez jî kir, Amerîka piştevaniya danûstandinên navbera Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Hikûmeta Îraqê dike, ji bo ku arêşeyên navbera xwe çare bikin, wekî dahata berdewam û budceyê, rêkxistina hevpariyan ji bo peydakirina seqamgiriyê, hikûmetdariya çak û pêşkeftina aborî li seranserî Îraq û Herêma Kurdistanê.

Roja Şemê, 24.02.2024, Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî bi vexwandineka fermî gehişt Waşintona paytexta Amerîkayê.

Serokwezîr Mesrûr Barzanî li Koçka Spî, Wezareta Derve û Kongirêsê hejmareke civînan bi berpirsên bilind ên wî welatî re dike.

Tewerê serekî yê wan civînan girêdayî zêdetir pêşxistina peywendiyên Herêma Kurdistanê û Amerîkayê û dawî guhertin û pêşveçûnên rewşa giştî ya Îraq û deverê dibe.