Senator Hollen piştevaniya xwe ji bo seqamgiriya Herêma Kurdistanê tekez dike

Mesrûr Barzanî û Chris Van Hollen
Mesrûr Barzanî û Chris Van Hollen

Navenda Nûçeyan (K24) - Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê bi Senator Chris Van Hollen re danûstnadinan li ser seqamgiriya Herêma Kurdistanê dike.

Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî îro (Înî, 01.03.2024) li ser tora civakî ya Xê nivîsiye, “Senator Chris Van Hollen piştevaniya xwe ji bo seqamgiriya qewareya destûrî ya Herêma Kurdistanê tekez kir”.

Mesrûr Barzanî herwesa ragehandiye, “Min spasiya arîkariya Amerîkayê kir û min behsa giringiya dabînkirina mafên destûrî yên xelkê Kurdistanê û pêkhatên wê kir”.

Roja Şemê, 24.02.2024, Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî bi vexwandineka fermî gehişt Waşintona paytexta Amerîkayê.

Serokwezîr Mesrûr Barzanî li Koçka Spî, Wezareta Derve û Kongirêsê hejmareke civînan bi berpirsên bilind ên wî welatî re dike.

Tewerê serekî yê wan civînan girêdayî zêdetir pêşxistina peywendiyên Herêma Kurdistanê û Amerîkayê û dawî guhertin û pêşveçûnên rewşa giştî ya Îraq û deverê dibe.