Namzedê Dem Partî: Em ê li dijî qedexeyên ziman û çandê bixebitin

kurdistan24.net

Diyarbekir (K24) – Ji bo hilbijartinên şaredariyan ku dê dawiya vê mehê li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê bên kirin, li Diyarbekirê jî tevgera nav partiyên siyasî zêde dibe. Namzedên Partiya Gelan a Wekhevî û Demokrasiyê (Dem Partî) û Partiya Doza Azad (Huda Par) jî hewil didin ku bi projeyên li ser mafên rewa yên gelê Kurd, li herêmê dengên xwe zêde bikin.

Partiya Doza Azad (Huda Par) ji bo hilbijartinên 31ê Adarê yên şaredariyan; li hemû bajar û navçeyên Tirkiye û Bakurê Kurdistanê namzedên xwe derxistine û ji bo ku siyaseta Huda Parê bi gelê Kurd bidin fêmkirin û qebûlkirin, xebat û projeyên xwe zêde dikin. Namzedê Şaredariya Bajarê Mezin a Diyarbekirê yê Huda Parê diyar dike ku projeya wan a mezin ol û ziman e û wekî din ew ê ji bo pêşvebirina herêmê xebatan bimeşînin.

Namzedê Şaredariya Bajarê Mezin a Diyarbekirê yê Huda Parê Farûk Dînç ji K24ê re got: “Em sedem ma vo nî bidî Huda Par, şima xo Huda Par divênê sedema ma şîna Huda Par? Me hem dînê xo hem zono xo vejîn.  Em semed ser ma çî ma her taxan de jixwe zono xo vejînî. Eno ser yo wezîfeyo. Ma ayetê Xwedayo. Şaredariyan de jî ma miyon de jî zaf qaliz ma projeyên ma esto.”

Partiya Gelan a Wekhevî û Demokrasiyê Dem Partî jî ligel namzedên xwe bê navber li nav gel digere û hewil dide ku hejmara şaredariyên xwe yên li Bakurê Kurdistanê ku ji ber siyaseta navxweyî kêm bûbûn, zêde bike. Namzedê Hevserokatiya Şaredariya Bajarê Nû ya Diyarbekirê yê Dem Partiyê jî dide zanîn ku ji bilî rûxandinên şênber û çandî, ew ê hewil bidin ku destkeftiyên herêmî zêde bikin.

Namzedê Hevserokatiya Şaredariya Bajarê Nû ya Diyarbekirê Mehmet Ergun dibêje: “Li ser zimanê Kurdî, li ser pirzimaniyê û li ser çandê çi bikeve ser milên me; em ê bikin. Dema tu îro bala xwe didiyê, çanda Kurd di bin qedexeyan de ye, zimanê Kurdî di bin qedexeyan de ye. Dema tu bala xwe didiyê, hebûna gelê Kurd di bin qedexeyan de ye. Em niha di nav jiyaneke awarte de dijîn. Em nikarin bibêjin ku em di jiyaneke asayî de dijîn. Di wî warî de wekî şaredar, çi bikeve ser milên me, em ê bikin.”

Huda Par, ji bo hilbijartinên şaredariyan hewil dide ku li herêmê hişmendiya dijber bişikîne û ji bo mafên gelê Kurd têbikoşe. Dem Partî jî projeyên xwe zêdetir li ser destkeftiyên ku jidest çûne amade dike û ji bo ku dengên xwe zêdetir bike, mal bi malên herêmê digere.