Amerîka pêşwaziya diyarkirina jivanê hilbijartinên Perlemana Kurdistanê dike

Logoya Konsulxaneya Giştî ya Amerîkayê li Hewlêrê
Logoya Konsulxaneya Giştî ya Amerîkayê li Hewlêrê

Navenda Nûçeyan (K24) - Konsulxaneya Giştî ya Amerîkayê li Hewlêrê peyamekê li ser diyarkirina jivanê hilbijartinên Perlemana Kurdistanê belav dike û piştevaniya xwe ji bo birêveçûna hilbijartinan bi awayekî azad û dadperwerane tekez dike.

Konsulxaneya Giştî ya Amerîkayê li Hewlêrê îro (Yekşem, 03.03.2024) di peyamekê de ragehand, “Em pêşwaziya biryara Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî li ser diyarkirina roja 10.06.2024ê ji bo hilbijartinên Perlemana Kurdistanê dikin”.

Di peyama Konsulxaneya Giştî ya Amerîkayê de hatiye, “Em piştevaniya birêveçûna hilbijartinan bi awayekî azad û dadperwerane dikin, ku ji bo demokrasiyeke saxlem û paşeroja Herêma Kurdistanê gelek giring e”.

Serokatiya Herêma Kurdistanê îro (Yekşem, 03.03.2024) di ragehandinekê de eşkere kir, “Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî fermana herêmî ji bo diyarkirina roja hilbijartinên bên ên Perlemana Kurdistanê îmza kir”.

Li gorî fermana herêmê, Nêçîrvan Barzanî roja 10.06.2024, wek roja hilbijartinên giştî yên gera şeşê ya Parlamena Kurdistanê diyar kiriye.

Li gor wê fermanê jî, hemû aliyên pêwendîdar pabend dibin ku, ji bo bicihanîna vê biryarê pêngavên pêdivî ji bo hevkarî û hevahengiyê ligel Komisyona Bala ya Serbixwe ya Hilbijartinan biavêjin.

Biryar bû hilbijartinên Parlamena Kurdistanê li 25ê Sibata borî hatiban kirin, lê Komisyona Hilbijartinan a Iraqê roja 3ê Çileya 2024ê gotibû, “Ji ber paşxistina biryara Dadgeha Federal a li ser kursiyên pêkhatan heta 21ê Çileyê, komisyon nikare hilbijartinên parlemenê di 25ê Sibata 2024ê de pêk bîne”.