Îro salvegera raperîna bajarê Silêmanî ye

Navenda Nûçeyan (K24) – Îro salvegera Raperîna Silêmanî ye. Di 7’ê Adarê de gelê bajêr li dijî zilm û zordariya rejîma berê rabûn ser piyan û roja din jî beriya azadkirina tevahiya bajêr, gotara Bereya Kurdistanê li bajêr hate xwendin.

Guleya yekemîn a Serhildana 1991’ê ya Silêmaniyê di 7’ê Adarê de li Serçinarê teqiya. Li gorî beşdarên serhildanê, her çendî dengê çekan hê jî dihatin bihîstin û bajar bi temamî nehatibû kontrolkirin, lê gotara serkirdayetiya Bereya Kurdistanî li bajêr hat xwendin û gelek kes kom bûn; Pêşmergeyan çek û cil û bergên çiyayî li xwe kiribûn û dayîkan wêneyên kurên xwe yên şehîd di destên xwe de hilgirtibûn û sirûda Ey Şehîdan digotin.

Di heyama sedsala borî de, Silêmanî bajarekî ku tîbûn lê neşikiyabû û li her kolanekê, şopa tiliyên berxwedana li hember zalimekî heye.

Ger em li dîroka bajêr ya 100 salên derbasbûyî binêrin, em dikarin hest bi coş û welatparêziya welatiyên bajêr bikin.

Piştî dîlgirtin û dûrxistina Şêx Mehmûd, di bin zextên gelê Silêmanî yên welatparêz de, di 30’ê Îlona 1922’an de, Şêx Mehmûd vedigere bajêr û di 10’ê Cotmeha heman salê de li Silêmaniyê şahneşînekê radigihîne û xwe wek “Şahê” Kurdistanê dide nasîn, lê piştî hilweşandina desthilatdariya wî ji ber dijberiya xwe ya li dijî Îngîlîzan, dibe bereya piştgiriya serhildana li dijî dagirkeriyê.

Yek ji serhildanên herî girîng ên Silêmaniyê vedigere 94 sal berê, dema ku ciwanên bajêr di Tebaxa 1930’an de “Heyeta Weten” ava kirin û daxwaza serxwebûna Kurdistanê kirin. Lê piştî ku daxwazên wan ji aliyê Îngilîzan ve hatin paşguhkirin, di 6ê Îlonê ya heman salê de, wan xwepêşandanek mezin bi navê Serhildana Berderekî Sara li dar xistin. Di encama serhildanê de, di navbera xwepêşanderan û artêşa Îngilîz û rêjîma padîşahî ya Iraqê de pevçûn derketin.

Alaeddîn Secadî di pirtûka xwe ya Dîroka Şoreşên Kurdî de dinivîse ku di wan pevçûnan de zêdetirî 25 kes hatine kuştin, 35 birîndar bûn û 300 kes jî dîl hatine girtin. Di dîroka bajarekî Başûrê Kurdistanê de cara yekem bû ku xelk ji bo daxwaza mafên xwe yên netewî û siyasî dadikevin qadan. Cûdahiyên herî girîng ên vê serhildanê û yên beriya wê ev in:

Yekem: Li şûna şêx û serok eşîran, rewşenbîr, mamoste, karmend, xwendekar, karker û bazirgan pêşengiya serhildanê kirin.

Duyemîn: Beriya şerê leşkerî, tedbîrên siyasî yên aştiyane û rêbazên dîplomatîk ên wekî xwenîşandan, grev, nivîsandin, yadaştname û daxwazên diyalogê hatin kirin.

Sêyem: Di nav yadaştnameyên ku pêşkêşî Cemiyeta Miletan hatine kirin de, jinên Kurd di daxwaza mafên Kurdan de roleke girîng lîstin. Yadaştnameya Hepsexan Neqîb jî mînaka vê rastiyê ye.

Çaremîn: Li şûna herêmên çiyayî yên dijwar, vê carê navendên bajaran, dibistan, kolan û saziyên dewletê bûn navendên çalakî û serhildanên şoreşgerî.

Helwesteke din a niştimanperweriya Silêmaniyê jî ew bû ku di sala 1943an de, dema Barzanî bo wî bajarî hat raguhastin. Welatiyên bajêr deriyên xwe ji bo xizmetkirina malbatên Barzanî vekirin. Herwiha di 9ê Hezîrana 1963an de, li Hamiya Silêmaniyê zêdetirî 150 kes şehîd bûn, ji ber ku razî nebûn ku bêrêzî li rêberê Tevgera Rizgarîxwaza Kurdistanê Mela Mistefa Barzanî were kirin.