Aydin Marûf: Bi lîsteyekê beşdarî hilbijartinên Parlamentoya Kurdistanê dibin

Navenda Nûçeyan (K24) – Endamê Polîtburoya Bereya Tirkmenî ragihand, ew wek Bereya Tirkmenî dê bi lîstekê beşdarî hilbijartinên Parlamentoya Kurdistanê bibin.

Endamê Polîtburoya Bereya Tirkmenî Aydin Marûf ku di heman demê de Wezîrê Karûbarên Pêkhateyan yê Herêma Kurdistanê ye, di konferanseke rojnamevanî de ragihand, Bereya Tirkmenî piştevaniya yekrêziya aliyên siyasî dike û ew ê bi lîstekê beşdarî hilbijartinên Parlamentoya Kurdistanê bibin.

Marûf got: “Em wek Bereya Tirkmenî hertim alîgirê çareserkirina pirsgirêkên di navbera aliyên siyasî de bi rêya diyalogê ne. Em weke aliyekî siyasî ya Tirkmen û pêkhateya Tirkmenî, ti carî di navbera aliyên siyasî de, nebûne aliyekî nakok, em dixwazin bibin faktoreke baş ji bo çareserkirina pirsgirêkan.”

Dadgeha Federalî li roja 22.02.2024, di rûniştina xwe ya 12ê de biryar li ser skalaya ji aliyê YNKê ve dabû, li gorî wê biryarê jî 11 kursiyên kuta yên ji bo pêkhateyan di Parlamentoya Kurdistanê hilweşand û hejmara kursiyan ji 111 daxist 100 kursiyan.

Piştî biryara Dadgeha Federal jî Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî roja 10/6/2024an, wek roja hilbijartinên giştî yên xula şeşemîn a Parlamentoya Kurdistanê diyar kir.