Aydin Marûf: Li Herêma Kurdistanê pêkvejiyaneke baş heye

Navenda Nûçeyan (K24) – Wezîrê Karûbarên Pêkhateyan yê Hikûmeta Herêma Kurdistanê ragihand, biryara Dadgeha Federal li dijî netewan hatiye dayîn û bang li beşdariya pêkhateyan di hilbijartinan de kir.

Wezîrê Karûbarên Pêkhateyan yê Herêma Kurdistanê Aydin Marûf di kongreyeke rojnamevanî de ragihand, biryara Dadgeha Federal li dijî neteweyan hatiye dayîn, ji ber ku her kes dizane ku li Herêma Kurdistanê pêkvejiyaneke baş heye.

Got jî: “Nûnerên neteweyan bi awayekî baş beşdarî proseya siyasî ya Kurdistanê dibin. Ji ber vê yekê em ji wan dixwazin ku bi awayekî aktîf beşdarî proseya hilbijartinên bê bibin, ji bo ku di Parlamentoya Kurdistanê de nûneratiyeke wan a bi bandor hebe.”

Marûf tekez kir: “Em ê hevdîtinên xwe berdewam bikin, da ku ew mafê ji me hatiye standin û sîstema kutayê bidawî kirin, ji pêkhateyan re vegerînin. Li ser vê bingehê em weke Wezîrê Karûbarên Pêkhateyan ji her demê bêhtir piştgiriya mafên komên etnîkî û olî dikin.”

Dadgeha Federalî li roja 22.02.2024, di rûniştina xwe ya 12ê de biryar li ser skalaya ji aliyê YNKê ve dabû, li gorî wê biryarê jî 11 kursiyên kuta yên ji bo pêkhateyan di Parlamentoya Kurdistanê hilweşand û hejmara kursiyan ji 111 daxist 100 kursiyan.

Piştî biryara Dadgeha Federal jî Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî roja 10/6/2024an, wek roja hilbijartinên giştî yên xula şeşemîn a Parlamentoya Kurdistanê diyar kir.