Li Şirnexê ji bo 15 rojan qedexe hat ragihandin

Navenda Nûçeyan (K24) – Li Çîyayê Gabarê li navçeya Basa ya Şirnexê, ji bo 15 rojan qedexe hat ragihandin.

Ji aliyê Parêzgeriya Şirnex ve hat ragihandin, di navbera 11ê Adarê heta 26ê Adarê de, li Çîyayê Gabarê li navçeya Basa ya Şirnexê, ji bo 15 rojan qedexe hatiye ragihandin.

Parêzgeriya Şirnexê diyar kir, ew dever weke heremên teybet hatiye nîşandan û tekeftina wê deverê bi awayekî demkî hatiye qedexekirin.