Malbata ciwanê li Cindirêsê hatiye kuştin: Bila xwîna lawê me li erdê nemîne

kurdistan24.net

Efrîn (K24) – Termê ciwanê Kurd Ehmed Xalid Mamo yê 16 salî yê li Cindirêsa Efrînê ku ji aliyê erebekî hawerde ve hatibû kuştin, bi xakê hate spartin. Malbata wî daxwaza cezakirina kujerê kurên wan dike. Encûmena Niştimanî ya Kurd li Sûriyê (ENKS) dibêje, divê Hevbendiya Opozîsyona Sûriyê (Îtîlaf) û civaka navdewletî sînorekê ji van kiryaran re deynin.

Duhî li bajarokê Cindirêsê yê ser bi Efrînê ve, ciwanê Kurd Ehmed Xalid Mamo yê 16 salî ji erebekî hawerde ve hatibû kuştin. Dayika Ehmed daxwaza mafê kurê xwe dike û bang dike ku xwîna kurê wê li erdê nemîne.

Dayika Ehmed ji K24ê re got: “Lawê min zarokek bû, bê sedem kuştin, ew bi dubare kuştin. Ew serjê kirin û bi ser de jî di bîrê werkirin. Di ti şerîetan de tune ye. Qadî û ew hemû yek in, giş bi hev re qul in, dê wan (kujeran) derxin û xelas bikin.”

 Meriveke Ehmed jî dibêje: “Ehmed ji malê derket, ta ku keskahiyê ji male re bîne. Wî Ehmed ji Cindirêsê derxist û bi kêrê li stûyî wî daye û kuştiye û di bîrê werkiriye. Em ji miletê xwe yê Kurd dixwazin bila dengê xwe bilind bikin, mehkemyên li vir tiştekî dernaxin. Em kurmanc ti piştê me li vir nîne. Ew ketin nava me û bi tiliyên xwe dikin çavên me û em nikarin degnf bikin. Em yê pêncê li Cindirêsê tê kuştin û dora zarokên me hemûyan jî heye.”

Bi amadebûna bi hezaran xelkê Cindirês û Efrînê termê ciwanê 16 salî bi xakê hate spartin. Xwecihiya Efrînê ya ENKSê jî daxwaz ji civaka navdewletî, Tirkiye û Hevbendiya Opozîsyona Sûriyê (Îtîlîf) dike, sînorekî ji tawan û zêdegaviyên çekdaran re deynin.

Kiriyar û tawanên çekdar û erebên ku li Efrînê hatine bicihkirin li dijî Kurdan ji sala 2018 ve berdewam in, li êvara Newroza 2023an jî 4 Kurd ji malbata Pêşmerg li bajarokê Cindirêsê li li ser destê çekdarên ereb hatin şehîdkirin, malbata wan jî ji biryara dadgehê nerazî ne. lewma tirsa malbata Ehmed ji wê yekê heye ku mîna doza her çar kurdan, doza Ehmed jî were piştguhxistin.