Li Colemerg, Wan û Şirnexê Newroz hat pîrozkirin

Navenda Nûçeyan (K24) – Di çarçova pîrozkirina cejna Newrozê ya 2024an de li Colemerg, Wan u Şirnexê ji di navda li 15 bajar u bajarokan bi şîara “Rabe Dema Azadî û Sekeftinê ye” cejna Newrozê hat pîrozkirin.

Li Wanê welatî ji bo beşdarî pîrozbahiyê bibin serê sibê ji gelek navçe û taxên bajêr hatin Parka Newrozê ya li bintara Kela Wanê.

Bi hezaran kes li gelek cihen cuda yên bajêr hatin kontrolkirin ketin qadê û beşdarî pîrozbahiyê bûn. Piranîya jinan bi cilûbergen kurdî û mêr jî bi şal û şepik beşdarî pîrozbahiyê bûn.

Li ser navê Komîsyona Rêxistina Newrozê, Ebrû Demîrtaş, Hevserokê Rêxistina BDP'ê yê Wanê Harûn Okay, namzetên hevşaredariya Bajarê Mezin a Wanê Neslîhan Şedal û Abdullah Zeydan, Hevserokê Giştî ya Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Keskîn Bayindir, Hevseroka Partiya Wekheviya Gelan û Demokrasiyê (DEM) Tûlay Hatîmogullari jî axaftinek kirin.

Di Newrozê de hunermend Faraz Sine, Suavî, Koma Aryen û Helîmê Omerî jî dê derketin ser dikê.

Her wiha Li Colemerg u Şirnexê jî di qada Newrozan de cejna Newrozê hat pîrozkirin li Colemergê Parlementerê DEM Partîye Sirri Sakik axaftinek kir.

Di heman demê de, li Stenbol, Îzmîr, Dîlok, Tekîrdagê, Kocaelî, Bursa, Denîzlî, Osmanîye, Gîyadîn a navçeya Agirîyê, Pirsûs, Xelfetî, Sêwerega navçeyen Rihayê jî Newroz hatin pîrozkirin.