Berdevkê Hikûmeta Herêma Kurdistanê ragehandinekê li ser mûçeyên fermanberan belav dike

Pêşewa Hewramanî
Pêşewa Hewramanî

Navenda Nûçeyan (K24) - Berdevkê Hikûmeta Herêma Kurdistanê ragehandinekê li ser mûçeyên fermanberên Herêma Kurdistanê belav dike, ev jî deqê wê ye:

Li destpêka çêbûna arêşyea mûçeyan li Herêma Kurdistanê, ji wê yekê dest pê kir ku aliyekî serekî û pêkînerê Hikûmeta Herêma Kurdistanê bi dû aliyekî opozisyonê keft û ew li ser çêkirina givaştinan ji bo birîna mûçeyên fermanberan rênîşanderên nehezên Herêma Kurdistanê bûn.

Vê gavê Wezareta Darayî ya Hikûmeta Federalî amade ye tenê 59% ji mûçeyên fermanberên Herêma Kurdistanê bişîne, ew jî piştî mehekê ji gîrokirina wan, ku mûçeyên Pêşmerge û Şehîdan û pareke zêde ya fermanberên Herêma Kurdistanê di nav de nîne, ev jî ji bo çêkirina fitne û cudakarî û sivkatiya bi fermanberên Herêma Kurdistanê ye.

Di vê demê de jî Hikûmeta Herêma Kurdistanê û taybet Serokwezîr Mesrûr Barzanî mijûlî çarekirina arêşeya mûçeyên tevaya fermanberên Herêma Kurdistanê ye.

Ên ku ji derveyê niyeta niştîmanî û parastina qewareya destûrî ya Herêma Kurdistanê muzayede û gotinên din dikin, eger rast dibêjin, bila kerem bikin; ew bi xwe bi Wezareta Darayî ya Hikûmeta Federalî re wê bira mûçeyî belav bikin, ji ber ku em ne sivkatiyê qebûl dikin û ne jî cudakariyê di navbera fermanberên xwe de dikin.

Em tekez jî dikin ku em bergiriyê ji tevaya mafên xelkê Herêma Kurdistanê dikin û em binpêkirina mafên me yên destûrî û cudakarî û siyaseta birsîkirinê bi hemî awayan red dikin û li dij radiwestin.

 

Pêşewa Hewramanî

Berevkê Hikûmeta Herêma Kurdistanê