Li Şirnex, Êlih û Izmîrê zêdetir ji 30 kesî hatin binçavkirin

Girtin
Girtin

Navenda Nûçeyan (K24) – Li sê parêzgehên Tirkiye û Bakurê Kurdistanê zêdetirî 30 endam û alîgirên DEM Partiyê hatin binçavkirin.

Li gor malpereke nêzîkî Partiya Wekhevî û Demokrasiyê (DEM Partî) li parêzgehên Şirnex û Êlihê yên Bakurê Kurdistanê û parêzgeha Îzmîrê 31 endam û alîgirên DEM Partiyê hatine binçavkirin.

Hat gotin ku kesên hatine binçavkirin, bi tometa “propagandakirina ji bo PKK’ê” hatine girtin

Ev operasyona hêzên ewlehiyê yên Tirkiyeyê di demekê de ye, çalakiyên Newrozê sê roj in berdewam dikin û li piraniya parêzgehên Bakur agirê Newrozê tê pêxistin.