Konsulê Giştî yê Rûsyayê cejna Newrozê li gelê Kurd û gelên din pîroz dike

Navenda Nûçeyan (K24) – Konsulê Giştî yê Rûsyayê li Hewlêrê pîrozbahiyê li gelê Kurd û gelên din ên ku cejna Newrozê û sersala Kurdî pîroz dikin, dike.

Konsulê Giştî yê Federasyona Rûsyayê li Herêma Kurdistanê Maksîm Robîn ji K24ê re ragihand, Newroz boneyeke salane ye û nûbûna xwezayê û biharê ye. Netewên ji ol û çandên cuda jî Newrozê pîroz dikin.

Maksîm Robîn got: Rûsiyaya Federal welatekî pirneteweyî ye û zêdetir ji 190 gelên cihê di nav xwe de dihewîne, kurd jî yek ji wan miletan in, revenda kurdî li Rûsyayê nêzîkî 90 hezar kesî ye û salane di 21ê Adarê de Newroz û sersala nû pîroz dikin. Amadekariyên cejnê hefteyek temam didomin û kevneşopî û cejnê fêrî zarokên xwe dikin.

Konsulê Giştî yê Rûsyayê da zanîn jî: “Kurdên li Rûsyayê rêzê li kevneşopiyên bav û kalên xwe digirin û hewl didin bi baldarî urf û edetên xwe cibicî bikin. Kurd jî li gorî urf û edetên xwe yên netewî beşdarî cejna Newrozê ya Rûsyayê dibin. Li wir hunermendên jêhatî tên vexwendin ku stranên netewî li ser Newrozê û qehremaniyê bibêjin.”

Amaje bi wê jî kir, “Rûsya her tim piştgiriyê dide çandên xwecihî yên gelên li ser xaka wê dijîn û derfetan ji bo pevguhertin û geşepêdana çandî peyda dike.”