Hêmin Hewramî hevxemiya Serok Barzanî digehîne gel û hikûmeta Rûsyayê

Hêmin Hewramî
Hêmin Hewramî

Navenda Nûçeyan (K24) - Endamê Mekteba Siyasî ya PDKyê Hêmin Hewramî li ser tora civakî ya Xê peyamekê belav dike û tê de hevxemiya Serok Barzanî digehîne gel û hikûmeta Rûsyayê.

Endamê Mekteba Siyasî ya PDKyê Hêmin Hewramî li ser tora civakî ya Xê peyamek belav kiriye ku tê de hatiye, îro (Sêşem, 26.03.2024) li Hewlêrê bi nûnerîtiya Serok Barzanî serdana Konsulxaneya Giştî ya Rûsyayê kiriye, bi merema gehandina serexweşî û hevxemiya wî ji bo gel û hikûmeta Rûsyayê, ji bo rêzgirtinê li canê qurbaniyên êrîşa teroristî ya ku li ser Moskoyê hatiye kirin.

Çar çekdaran şeva Înê, 22.03.2024, li bajarê Kirasnogoriskî yê nêzî Moskoya paytexta Rûsyayê êrîşî ahengekê li holeka Korkusê kir û zêdetirî 100 kesan kuştin û 152 kes jî birîndar kirin. Piştî çend seetan, DAIŞê berpirsyarîtiya xwe li ser wê êrîşê ragehand.

Serokê Ajansa Ewlehiya Federalî ya Rûsyayê FSB ji Serokê Rûsyayê Vladimir Putin re ragehand ku 11 kes bi tometa wê êrîşê girtine, di nav wan de jî çar kes hene ku rasterast dest di wê kiryara teroristî de hebû.