Guhdar Şêxo: Îro qonaxa duyê ya qerebûkirina zirardîtiyên Zaxoyê tê destpêkirin

Guhdar Şêxo
Guhdar Şêxo

Navenda Nûçeyan (K24) - Serperiştê Îdareya Serbixwe ya Zaxoyê radigehîne, “Îro qonaxa duyê ya qerebûkirina zirardîtiyên Zaxoyê hat destpêkirin, ku 133 dikan û embar û cihên geştyarî ne, herwesa hemî zirardîtî dê bên qerebûkirin”.

Serperiştê Îdareya Serbixwe ya Zaxoyê Guhdar Şêxo îro (Sêşem, 26.03.2024) di kongireyekî rojnamevanî de ragehand, “Lijneyên taybet li Birêveberiya Bergiriya Şaristanî û birêveberiyên peywendîdar hatine çêkirin, serdana wan dikan û cihan kiriye yên ku zirar dîtiye û qerebûyên wan tomar kirine”.

Serperiştê Îdareya Serbixwe ya Zaxoyê got, “Îro ew gojimê ku ji bo qerebûya zirardîtiyên lehiyê hatiye diyarkirin li ser wan kesan tê parvekirin ên ku zirar dîtine”. Herwesa got, “Serok Barzanî her zû di hawara xelkê Zaxoyê hat, ji aliyê xelkê Zaxoyê jî ve her ew ji wî tê çaverêkirin”.

Guhdar Şêxo amaje jî da, “Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî di roja yekê ya rabûna lehiyê de peywendî bi me kir ku her tiştekê pêdivî be em bi zûtirîn dem ji xelkî re bikin”. Herwesa got, “Hindek zirar gehiştine hindek cihên kertê giştî yê hikûmetê jî, ew jî pirojeyê ava Zaxoyê, pirojeyê Kornîşî, karebaya Zaxoyê û pênc dibistan in”.

Navbirî ron jî kir, “Hejmara tevaya wan cihên ku zirar dîtine 624 cih bûne, herwesa îro qonaxa duyê ya qerebûyan hatiye destpêkirin, ku 133 dikan û embar û cihên geştyarî ne, herwesa hemî zirardîtî dê bên qerebûkirin”.