Serokwezîr Mesrûr Barzanî cejna Qiyamê û Ekîto li Kiristiyanan pîroz dike

Navenda Nûçeyan (K24) – Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî bi boneya hatina cejna Qiyama Hezretî Îsa Mesîh û sersala nû (Ekîto) pîrozbahî li Kiristiyanên Kurdistan, Iraq û cîhanê kir.

Serokwezîr Mesrûr Barzanî di peyama xwe de got: “Bi boneya hatina Cejna Qiyame û sersala nû (Ekîto), germtirîn pîrozbahiyên xwe pêşkêşî xwişk û birayên Kiristiyan yên li Herêma Kurdistanê, Iraq û cîhanê dikim.”

Herwiha Serokwezîr Mesrûr Barzanî got: “Hêvîdar im ev cejn bibe sedema xêr û xweşiyê bo hemûyan, bidawîhatina êş û azarên xwişk û birayên me yên Kiristiyan û bicihbûna aramî û ewlehiyê li cîhanê.”