Li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê proseya dengdanê ji bo hilbijartinên şaredariyan dest pê kir

Navenda Nûçeyan (K24) – Welatiyên Tirkiye û Bakurê Kurdistanê îro Yekşemê (31.03.2024) nûnerên xwe ji bo şaredariyan hildibijêrin û welatiyên Bakurê Kurdistanê jî dixwazin di vê hilbijartinê de dawî li biryara qeyûman bînin.

Li 32 parêzgehên Tirkiye û Bakurê Kurdistanê dengdanê îro demjimêr 07:00an û li parêzgehên din jî demjimêr 08.00 dest pê kir û xelk diçin ser sindoqan.

Proseya dengdanê li Semsûr, Agirî, Artvîn, Çewlig, Bedlîs, Diyarbekir, Xarpet, Erzincan, Erzirom, Dîlok, Gîresûn, Gumuşhane, Colemêrg, Qers, Meletî, Mereş, Mêrdîn, Mûş, Ordu, Rize, Sêrt, Sêwas, Trabzon, Dersim, Riha, Wan, Bayburt, Êlih, Şirnex, Erdexan, Îdir û Kilîsê ve di navbera demjimêr 07:00 - 16.00an de deng bên dayîn.

Herwiha li gorî biyara YSKê, li 49 parêzgehan din ên Tirkiye û Bakurê Kurdistanê, proseya dengdanê ji demjimêr 08.00 heya 17.00 hatiye diyarkirin.

61 milyon û 441 hezar û 882 hemwelatiyên Bakurê Kurdistanê û Tirkiyê mafê dengdanê di hilbijartinan de hene, di nav wan de milyonek û 32 hezar û 610 kes bo cara yekem deng dane.

34 partiyên siyasî dikivin hilbijartinan û li seranserê Tirkiye û Bakurê Kurdistanê û ji bo ewlehiya hilbijaritnê, 594 hezar hêzên asayîşê, leşker û cerdevan hatine erkdarkirin.

Ji bo hilbijêrên ku ji ber nexweşî yan jî kêmendamiyê di nava cî û nivînan da ne, 1004 sandoqên seyar hatin amadekirin. Ew ê dengê xwe li ser wan sandoqan bidin.

Di vê hilbijartinê de welatiyên Bakurê Kurdistanê û aliyên siyasî dixwazin dawiyê li biryara qeyûman bînin ku di 5 salên derbasbûyî de bû sedema dûrxistina piraniya şaredarên Kurd ji postên wan û bi biryara dadgehê qeyûm li şûna wan hatin danîn.

1,397 şaredarî li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê hene:

30 şaredariyên bajarên mezin

51 şaredariyên bajaran

922 şaredariyên bajarokan

394 şaredariyên şaredeyan (nahiyan)

Herwiha 50,516 muxtarên gund û taxan jî tên hilbijartin