Endamekî Polîtburoya PDKê: Em lîsteya xwe ya namzetan radestî Komîsyona Hilbijartinan nakin

Navenda Nûçeyan (K24) – Endamekî Polîtburoya Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) dibêje, ew beşdarî hilbijartinên Parlamentoya Herêma Kurdistanê nabin û red dikin ku lîsteya namzedên xwe pêşkêşî Komisyona Hilbijartinan bikin. Berdevkê Komîsyonê got, ew muhleta wergirtina namzetan dirêj nakin.

Endamê Polîtburoyê û Berpirsê Buroya Rêxistina Dihokê ya PDKê Serbest Lezgîn ji K24ê re ragihand, helwesta PDKê nehatiye guhertin û ew tekezî li ser dawî daxuyaniya Polîtburoyê xwe dikin û ew bi vî şêweyî beşdarî di hilbijartinên Parlamentoya Kurdistanê de nakin.

Îro roja dawî ye ku partî û hevpeymanan lîsteyên xwe yên namzedan pêşkêşî Komîsyona Bilind a Serbixwe ya Hilbijartinan a Iraqê bikin. Serbest Lezgîn jî got: “Me ji komîsyonê daxwaz nekiriye ku muhletê dirêj bike, em lîsteya namzedên xwe jî radestî Komîsyona Hilbijartinê ya Iraqê nakin.”

Herwiha got: “Biryarên dawî yên Dadgeha Federalî ya rakirina kursiyên kutayê û mijara mûçeyên karmendan; bi tevahî li dijî qewareya destûrî ya Herêma Kurdistanê ne û armanca wan lawazkirina vê qewareya destûrî ye, lewma em wan red dikin.”

Berdevkê Komîsyonê: Ti kesî daxwaza paşxistina hilbijartinan nekiriye

Ji aliyê xwe ve Berdevkê Komîsyona Bilind a Serbixwe ya Hilbijartinan a Iraqê Cumana Xelayî ji K24ê re ragihand, dema wergirtina lîsteya namzedan nayê dirêjkirin. Ti kesî bi fermî daxwaza paşxistina xula şeşemîn a Hilbijartinên Parlametoya Kurdistanê ji wan nekiriye. Ew bi biryar in ku hilbijartin di 10ê Hezîranê de bikin.

Cumana Xelayî amaje bi wê yekê kir, PDK û YNKê heta niha lîsteyên xwe yên ji bo hilbijartinên xula şeşem a parlamentoyê pêşkêşî Komîsyona Bilind a Serbixwe ya Hilbijartinan nekirine.

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî roja 03.03.2024an bi biryarnameyekê roja 10.06.2024ê weke roja hilbijartina şeşemîn xula Parlamentoya Kurdistanê ragihandibû.

Lê Polîtburoya Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) ji ber biryarên Dadgeha Federalî yên derbarê hilbijartinên Parlamentoya Kurdistanê de, roja 18ê Adara 2024an di daxuyaniyekê de ragihand, ew beşdarî hilbijartinên ku bi awayekî neqanûnî û nedestûrî tên kirin, nabin.