Piroseya hilbijartinan li 32 parêzgehên Tirkiye û Bakurê Kurdistanê bidawî hat

Navenda Nûçeyan (K24) - Serokê Desteya Bilind a Hilbijartinên Tirkiyeyê Ehmed Yener radigehîne, “Piroseya hilbijartinan li 32 parêzgehên Tirkiye û Bakurê Kurdistanê bidawî hat”.

Yener herwesa ragehand, “Piroseya vavartina dengan li wan 32 parêzgehan hatiye destpêkirin”.

Îro (Yekşem, 31.03.2024) li 32 parêzgehên Tirkiye û Bakurê Kurdistanê dengdanê seet 07:00 û li parêzgehên din jî seet 08.00 dest pê kir û xelk çûn ser sindoqan.

Piroseya dengdanê li Semsûr, Agirî, Artvîn, Çewlig, Bedlîs, Diyarbekir, Xarpet, Erzincan, Erzirom, Dîlok, Gîresûn, Gumuşhane, Colemêrg, Qers, Meletî, Mereş, Mêrdîn, Mûş, Ordu, Rize, Sêrt, Sêwas, Trabzon, Dêrsim, Riha, Wan, Bayburt, Êlih, Şirnex, Erdexan, Îdir û Kilîsê ve di navbera seet 07:00 - 16.00an de deng hatin dayîn.

Herwiha li gorî biryara YSKyê, li 49 parêzgehên din ên Tirkiye û Bakurê Kurdistanê piroseya dengdanê ji seet 08.00 heta 17.00 hat diyarkirin.

61 milyon û 441 hezar û 882 welatiyên Bakurê Kurdistanê û Tirkiyê mafê dengdanê di hilbijartinan de heye, di nav wan de milyonek û 32 hezar û 610 kesan ji bo cara yekê dengê xwe daye.

34 partiyên siyasî dikevin hilbijartinan û li seranserê Tirkiye û Bakurê Kurdistanê û ji bo ewlehiya hilbijaritnan, 594 hezar hêzên ewlehiyê, leşker û cerdevan hatine erkdarkirin.

Ji bo hilbijêrên ku ji ber nexweşî yan jî kêmendamiyê di nav cî û nivînan da ne, 1004 sandoqên seyar hatin amadekirin. Ew ê dengê xwe li ser wan sandoqan bidin.

Di vê hilbijartinê de welatiyên Bakurê Kurdistanê û aliyên siyasî dixwazin dawiyê li biryara qeyûman bînin ku di 5 salên derbasbûyî de bû sedema dûrxistina piraniya şaredarên Kurd ji postên wan û bi biryara dadgehê qeyûm li şûna wan hatibûn danîn.

1,397 şaredarî li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê hene:

30 şaredariyên bajarên mezin

51 şaredariyên bajaran

922 şaredariyên bajarokan

394 şaredariyên şaredeyan (nahiyeyan)

Herwiha 50,516 muxtarên gund û taxan jî tên hilbijartin