Arî Hersîn: Eger hilbijartin bê PDKyê bên kirin, Îraq û Herêma Kurdistanê rûbirûyî arêşeyan dibin

Arî Hersîn
Arî Hersîn

Navenda Nûçeyan (K24) - Berpirsê Liqa Çarê ya PDKyê di derheqa helwesta PDKyê li ser tevlîbûna di hilbijartinên Perlemana Kurdistanê de radigehîne, “Ew hilbijartinên ku biryar e li roja 10.06.2024ê bên kirin pêştir di qazanca aliyekî derve de hatine dîzaynkirin û pilankirin”. Herwesa dibêje, “Nabe em tevlî hilbijartineke bi vî awayî bibin, ku pêşbînî û dawiya wê diyarkirî ye”. Tekez jî dike, “Eger hilbijartin bê PDKyê bên kirin, Îraq û Herêma Kurdistanê rûbirûyî arêşeyan dibin”.

Berpirsê Liqa Çarê ya PDKyê Arî Hersîn îro (Yekşem, 31.03.2024) bû mêvanê odeya nûçeyan a K24ê û got, “Her aliyekê tevlî hilbijartinan bibe an ne, azad e. Em partiyeke xwedî helwest in û eger tevlînebûna di hilbijartinan de ji bo me zirar be jî, em ji helwesta xwe poşman nabin”.

Berpirsê Liqa Çarê ya PDKyê herwesa ragehand, “Eger hilbijartin bê PDKyê bên kirin, Îraq û Herêma Kurdistanê rûbirûyî arêşeyan dibin”.

Arî Hersîn ron jî kir, “UNAMI nikare baweriyê bide wê dengdanê ji ber ku pilankirî ye û encamên wê diyarkirî ne”.

Navbirî tekez jî kir, “Serok Barzanî tenê serokê partiyeka siyasî nîne, belkî Serokê Kurdistanê û hizra neteweyekê jî ye”.

Pêştir Endamê Mekteba Siyasî ya PDKyê û Berpirsê Mekteba Rêkxistinê ya PDKyê ya Dihokê Serbest Lezgîn jî ji K24ê re ragehandibû, “Helwesta PDKyê nehatiye guhertin û em tekezê li ser dawî ragehandina mekteba siyasî ya partiya xwe dikin û em bi vî awayê niha tevlî hilbijartinên Perlemana Kurdistanê nabin”.

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî roja Yekşemê, 03.03.2024, di merasîmekê de roja 10.06.2024ê wekî jivanê birêveçûna hilbijartinên gera şeşê ya Perlemana Kurdistanê diyar kir.