Romanowski: Me tekez li ser çarekirina arêşeyan û birêveçûna hilbijartinan di nêzîktirîn dem de kir

Navenda Nûçeyan (K24) - Balyoza Amerîkayê li Îraqê radigehîne, “Bi Serok Barzanî û Serokê Herêma Kurdistanê û Serokwezîrê Herêma Kurdistanê re, me tekez li ser çarekirina arêşeyan kir ji bo ku hilbijartin di nêzîktirîn dem de bên kirin”.

Balyoza Amerîkayê li Îraqê Alina Romanowski îro (Yekşem, 31.03.2024) li ser tora civakî ya Xê nivîsiye, “Duhî bi Serok Barzanî û Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî û Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî re, me danûstandin li ser hilbijartinên Perlemana Kurdistanê di berjewendiya Herêma kurdistanê û welatiyên wê de kir”.

Balyoza Amerîkayê li Îraqê herwesa gotiye, “Pêxemetî birêveçûna piroseya hilbijartinan bi awayekî pakij û şefaf di nêzîktirîn dem de, min PDK pal da ku bi tevaya partiyên siyasî yên Herêma Kurdistanê û Bexdayê re kar bike”.

Pêştir Endamê Mekteba Siyasî ya PDKyê û Berpirsê Mekteba Rêkxistinê ya PDKyê ya Dihokê Serbest Lezgîn jî ji K24ê re ragehandibû, “Helwesta PDKyê nehatiye guhertin û em tekezê li ser dawî ragehandina mekteba siyasî ya partiya xwe dikin û em bi vî awayê niha tevlî hilbijartinên Perlemana Kurdistanê nabin”.

Herwesa Berpirsê Liqa Çarê ya PDKyê Arî Hersîn jî îro ragehand, “Ew hilbijartinên ku biryar e li roja 10.06.2024ê bên kirin pêştir di qazanca aliyekî derve de hatine dîzaynkirin û pilankirin”.

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî roja Yekşemê, 03.03.2024, di merasîmekê de roja 10.06.2024ê wekî jivanê birêveçûna hilbijartinên gera şeşê ya Perlemana Kurdistanê diyar kir.