ENKS: Çekdarên ser bi PYDê ve rojnamevanek ji Girkê Legê revand

Rakan Ehmed
Rakan Ehmed

Navenda Nûçeyan (K24) – Encûmena Niştimanî ya Kurdî li Sûriyê (ENKS) radigihîne, rojnamevanek li bajarokê Girkê Legê ji aliyê çekdarên ser bi PYDê ve hatiye revandin.

ENKSê di daxuyaniyekê de ragihand, “Şeva 29ê Adarê komek çekdar a ser bi PYDê ve li bajarokê Gerkê Legê avêtin ser mala rojnamevan Rakan El-Ehmed ku di heman demê de endamê Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK-S) ye û ew ber bi cihekî ne diyar ve revandin.

ENKS dibêje, ev kiryarên PYDê yên li dijî endam û alîgirên ENKSê berdewam in, ku dixwaze bi tirsandina xelkê, têkçûnên xwe yên siyasî û îdarî vedişêrin.

ENKS bi tundî van binpêkirinên ku li dijî mafên herî bingehîn ên mirovî ne, şermezar dike û bang li sazî û rêxistinên mafên mirovan û Hevpeymaniya Navdewletî kir ku destêwerdanê bikin û rê li ber van kiryarên PYDê bigirin.

Ev yek piştî wê tê, di destpêka meha Adara borî de, hejmarek ji baregeh û ofîsên ENKSê li Kobanê, Amûdê, Girkê Legê û Dêrikê rastî êrîşan hatin û hatin şewitandin.

Berpirsên ENKSê jî dibêjin, ew êrîş ji aliyê çekdarên ser bi PYDê ve hatine kirin û herwiha PYD, HSD û Rêveberiya Xweser ji ber wan êrîşan berpirsyar dibînin.