Li ser rasperdeya Serokwezîr Mesrûr Barzanî kevirê bingehîn yê du projeyan li Soranê hat danîn

Navenda Nûçeyan (K24) – Li ser rasperdeya Serokwezîr Mesrûr Barzanî, kevirê bingehîn yê du projeyan li gundê Kewrînê yê ser bi Îdareya Serbixwe ya Soranê ve hat danîn.

Serperiştyarê Îdareya Serbixwe ya Soranê Helgurd Şêx Necîb îro 2ê Nîsanê ragihand, Li ser rasperdeya Serokwezîr Mesrûr Barzanî, kevirê bingehîn yê du projeyan li gundê Kewrînê yê ser bi Îdareya Serbixwe ya Soranê ve hat danîn.

Helgurd Şêx Necîb diyar kir, yek ji wan projeyan avakirina kolaneke sereke ye û projeya din jî danîna tora ava vexwarinê ji bo rûniştvanên gund e.

Herwiha got: Ji bilî van her du projeyan, di çend rojên bê de kevirê bingehîn a çend pirojeyên din ên giring datînin.

Serperiştyarê Îdareya Serbixwe ya Soranê amaje bi wê jî kir, tevî qeyrana darayî û astengiyên li pêşiya Kabîneya Nehem, lê Encûmena Wezîran di çêkirina pirojeyên nû de berdewam e.