Li Sêrtê derketina derve hat qedexekirin

Sêrt
Sêrt

Diyarbekir (K24) - Piştî redkirina serkeftina Kandîdê Dem Partiyê Abdullah Zeydan di hilbijartinên Serokatiya Şaredariya Wanê de û danana kandîdê AK Partiyê Abdulhet Arvas li cihê wî, gelek nerazîbûn peyda bûn û xwenîşandan li hejmareke bajarên Bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê hatin kirin.

Ji bo ku rê li xwenîşandanên cemawerî bê girtin, Parêzgehiya Sêrtê daxuyaniyek belav kir û got: "Li gorî madeya têkildarî qanûna Îdareya Parêzgehê ya hejmar 5442, li navenda navçeya Xesxerê û hemî gundên wê ji, 3ê Adara 2024an seet 01:00 û pê ve qedexeya derketina derve hatiye îlankirin”.

Parêzgehiya Sêrtê herwesa ragehandiye, “Girîng e welatiyên me ji bo ewlekariya can û malên xwe vê qedexeyê bi cih bînin”.

Pêştir Parêzgerê Wanê jî biryar da ku ji bo heyama 15 rojan tevaya çalakiyan bên qedexekirin û biryar e ji 03 heta 17ê vê mehê qedexe berdewam be û rê li derkeftin û çûna nav sûka bajarê Wanê jî tê girtin.

Her bi wê meremê Parêzgerê Bedlîsê jî eynî biryarê derxistiye û tev çalakî qedexe kirine lê ew biryar li Bedlîsê dijwartir e, qedexeya giştî hatiye ragehandin û çi welatiyek nikare ji mala xwe jî derbikeve.

Wezîrê Navxwe yê Tirkiyeyê Ali Yerlikaya jî ji aliyê xwe ve ragehandiye, 89 kes li nav xwenîşandanan hatine girtin û bi têkdan û şêwandina ewlehiya Tirkiyeyê hatine tometbarkirin.

Herwesa welatiyan li bajarên Batman, Gever, Colemêrg, Şirnex, Mêrdîn, Sêrt, Farqîn, Izmîr, Manîsa û Stenbolê jî li dijî dûrxistina kandîdê serkeftî yê Dem Partiyê Abdullah Zeydan xwenîşandan kirin.

Li dû encamên destpêkê yên hilbijartinên şaredariyên Tirkiyeyê û Bakurê Kurdistanê, Abdullah Zeydan bi rêjeya 55% ya dengan serkeftiyê yekê yê bazinê parêzgeha Wanê bû.

Roja Yekşemê, 31ê Adara 2024ê, hilbijartinên şaredariyan li Bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê hatin kirin, ku 34 partiyên siyasî hevrikî li ser serokatiya 81 şaredariyan kir.

Di wê piroseya hilbijartinan de, zêdetirî 61 milyon kesan mafê dengdanê hebû. Li dû ragehandina Komisyona Bilind a Hilbijartinan a Tirkiyeyê, 100% deng hatine vavartin, lê tiştê ku hatiye ragehandina heta niha tenê encamên destpêkê ne û biryar e piştî yekalîkirina skalayan, encamên dawiyê bên ragehandina.