Li bajarê Meletiyê yê Bakurê Kurdistanê erdhejek çê bû

Hejmareke welatiyan piştî erdhejê ji malên xwe derkeftine / Wêne: IHA
Hejmareke welatiyan piştî erdhejê ji malên xwe derkeftine / Wêne: IHA

Diyarbekir (K24) - Li gorî daxuyaniya Serokatiya Afet û Rewşên Lezgîn a Tirkiyeyê AFADê, li navçeya Wêranşarê ya ser bi Meletiya Bakurê Kurdistanê ve erdhejek çê bû.

Di daxuyaniya AFADê de hat ragihandin ku vê sibehê seet di 10:48an de li navçeya Wêranşarê ya Meletiyê erdhejek bi hêza 4.5an çê bûye.

Hat ragihandin ku kûrahiya erdhejê 13.9 kîlometir di bin erdê de hatiye pîvandin.

Li gorî wê daxuyaniyê, heta niha di derbarê ziyanên malî û canî de agahî nehatine tomarkirin.