Abdullah Zêdan ji bo K24ê: Me skala li dijî biryara Dadgeha Tirkiyeyê tomar kiriye

Abdullah Zêdan
Abdullah Zêdan

Navenda Nûçeyan (K24) - Kandîdê serkeftî yê Dem Partiyê ji bo şaredariya Wanê dibêje ku, wan li dijî biryara Dadgeha Tirkiyeyê skala tomar kiriye û ji bo wergirtina mafên xwe kar dikin.

Kandîdê Dem Partiyê Abdullah Zêdan roja Yekşemê, 31ê Adara 2024ê, bi rêjeya 55% ya dengan di hilbijartinên Şaredariya Wanê de serkeftin li ser hevrikê xwe kandîdê AK Partiyê Abdulhet Arvas anî, lê Dadgeha Tirkiyeyê li ser skalayeka Arvasî biryar da ku kandîdkirina Zêdan ji bo postê Serokatiya Şaredariya Wanê bê helweşandin.

Paştir tayê Wanê yê Komisyona Hilbijartinan a Tirkiyeyê postê Serokatiya Şaredariya Wanê da destê kandîdê AK Partiyê.

Kandîdê serkeftî yê Dem Partiyê ji bo Şaredariya Wanê Abdullah Zêdan îro (Çarşem, 03ê Nîsana 2024ê) di daxuyaniyekê de ji K24ê re ragehand ku, li dijî wê biryara Dadgeha Tirkiyeyê li Komisyona Hilbijartinan a Tirkiyeyê skala tomar kiriye.

Welatiyên Kurd ên Wanê li dijî wê biryara Dadgeha Tirkiyeyê rijiyan ser cadeyan û nerazîbûna xwe diyar kir. Abdullah Zêdan got, “Nerazîbûna welatiyên Kurd li dijî wê biryarê di çarçoveya piroseya demokrasî de ye û em xwe dikin xwediyê îradeya gelê xwe”.

Hevserokê berê yê Dem Partiyê Selahedîn Demîrtaş jî ji aliyê xwe ve peyameke nerazîbûnê di derheqa wê biryarê belav kir û got, “Ên ku rêzê li îradeya xelkî nagirin, ders ji sala borî wernegirtine”.

Herwesa Demîrtaş daxwaz ji Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyip Erdogan kir ku pabendî gotinên xwe be, yên ku di şeva hilbijartinan de kirine, û itîrafê bi îradeya xelkê Wanê bike.