Li Diyarbekirê ji bo piştgiriya Wanê xwepêşandan hat kirin

Diyarbekir
Diyarbekir

Diyarbekir (K24) - Rêxistina Dem Partiyê ya Diyarbekirê, ji bo nerazîbûna li dijî biryara ji bo Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê, li taxa Osîfê xwepêşandaneke bi konvoya maşînan kir. Welatiyên ku di kolanê re derbas bûn jî piştgiriya konvoyê kir.

Ji ber bûyerên ku li Wanê berdewam dikin, piraniya nûnerên qada siyasî, civakî û hiqûqî derbasî Wanê bûn û ji aliyê rêxistina Dem Partiyê ya Diyarbekirê ve bi konvoyeke dirêj xwenîşandanek hat kirin û bi lêdana kornayan nêzîkahiya li dijî namzedê serkeftî yê Dem Partiyê yê Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê Abdullah Zeydan hat şermezarkirin.

Piştî demeke dirêj a xwepêşandanê, hêzên ewlehiyê derbasî cihê çalakiyê bûn û piştî hevdîtinên navbera hevşaredar û siyasetmedarên Dem Partiyê, rêya trafîkê ji bo çûnehatê hat vekirin.

Kandîdê Dem Partiyê Abdullah Zêdan roja Yekşemê, 31ê Adara 2024ê, bi rêjeya 55% ya dengan di hilbijartinên Şaredariya Wanê de serkeftin li ser hevrikê xwe kandîdê AK Partiyê Abdulhet Arvas anî, lê Dadgeha Tirkiyeyê li ser skalayeka Arvasî biryar da ku kandîdkirina Zêdan ji bo postê Serokatiya Şaredariya Wanê bê helweşandin.

Paştir tayê Wanê yê Komisyona Hilbijartinan a Tirkiyeyê postê Serokatiya Şaredariya Wanê da destê kandîdê AK Partiyê.

Kandîdê serkeftî yê Dem Partiyê ji bo Şaredariya Wanê Abdullah Zêdan îro (Çarşem, 03ê Nîsana 2024ê) di daxuyaniyekê de ji K24ê re ragehand ku, li dijî wê biryara Dadgeha Tirkiyeyê li Komisyona Hilbijartinan a Tirkiyeyê skala tomar kiriye.

Welatiyên Kurd ên Wanê li dijî wê biryara Dadgeha Tirkiyeyê rijiyan ser cadeyan û nerazîbûna xwe diyar kir. Abdullah Zêdan got, “Nerazîbûna welatiyên Kurd li dijî wê biryarê di çarçoveya piroseya demokrasî de ye û em xwe dikin xwediyê îradeya gelê xwe”.

Hevserokê berê yê Dem Partiyê Selahedîn Demîrtaş jî ji aliyê xwe ve peyameke nerazîbûnê di derheqa wê biryarê belav kir û got, “Ên ku rêzê li îradeya xelkî nagirin, ders ji sala borî wernegirtine”.

Herwesa Demîrtaş daxwaz ji Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyip Erdogan kir ku pabendî gotinên xwe be, yên ku di şeva hilbijartinan de kirine, û itîrafê bi îradeya xelkê Wanê bike.