PDK-Bakurê 12emîn kongreya xwe li navçeya Cizîrê lidar xist

Navenda Nûçeyan (K24) – Partiya Demokrat a Kurdistanê – Bakur (PDK-Bakur) ragihand, wan destpêka îsal 12emîn kongreya xwe li navçeya Cizîrê ya Şirnexê li dar xistiye.

PDK-Bakurê îro di daxuyaniyekê nivîskî de diyar kir, wan 12emîn kongreya xwe bi bi diruşma “Şefafiyet – Hevdu têgihîştin - Bihêzkirina yekitiya navxweyî û yekrêziya neteweyî niştimanî – Nûjenî” lidar xistiye û partiya pergala xwe ya rêxistinî û logoya xwe guhartin.

Herwiha di daxuyaniyê de hat; “PDK-Bakur, li ser rêbaza Barzaniyê Nemir Partiya niştîmanperwerî, demokrasî, hevdemî û modernizmê ye PDK-Bakur konê Kurdewarî û Kurdistanîtiyê ye.”

DAXUYANIYA KONGREYA 12. A PDK-BAKUR

Partiya Demokrata Kurdistanê-Bakur, PDK-Bakur, destpêka vê salê li bakurê welat li Cizîra Botan Kongreya xwe ya 12. lidarxist..  aliyê destûrî rêxistinî û nirx û hêjayiyên siyasî ve serkevtinek e.

Maweyekî piştî Kongreyê civîna Meclisê jî pêkhat. Meclisa Partiyê, Kongreyê û biryaran nirxand û daxuyaniya jêrîn pêşkêşî raya giştî dike.

Durişmên pêvejoya pêş kongreyê û demê kongreyê

“Şefafiyet – Hevdu têgihîştin - Bihêzkirina yekitiya navxweyî û yekrêziya neteweyî niştimanî – Nûjenî” bû.

Li karên demê amadekariya kongreyê û li kongreyê ji destpêkê heta dawî hemî kar li goreyê durişmên pêvejoya kongreyê û bi îradeya hevbeş a nûneran bi usul û qaîdeyên demokrat meşiya. Biryarên hatin dan û hilbijartina organan ji aliyê hemî nûneran ve bi usûlê demokrat, goreyê prensîba „dengdana veşartî, jimartina aşkere“ hat cîbecîh kirin. Kongreya me 12. bi vî zanîn û berpirsiyariyê destpê kir û hat rêvebirin û bi serkevtî bi dawî hat.

Piştî silavkirina Komiteya Amadekariyê û axaftina Serokê Partiyê, Kongre, bi alaya Kurdistanê û wêneyên Serokê neteweyî nemir Barzanî, şehîd Faik Bucak û Seîd Elçî û bi rawestandina rêzgirtinê ji bo giyanê şehîdên doza Kurd û Kurdistanê destpê kir.

Bo rojevê pêşniyarî hat pêşkêş kirin û pejirandin. Goreyê pêşniyariyê listeya nûneran bi imza û destnivîsa wan hat diyar kirin. Ji bo rêvebirina kongreyê dîwanekî ji sê nûneran hat hilbijartin û kongreyê wisa dest bi karê xwe kir. Rojev bi yek dengî hat pejirîn.

Delegeyan li ser pêvejoya siyasî û ser rewşa partiyê nêrînên xwe, pirs û boçûnên xwe anîn ziman û biryarên pêdivî hatin dan.

Partiya me pergala xwe ya rêxistinî guhert: Serokatiyê rakir li rêvebiriya Sekreteriyê vegeriya

Di kongreya 12. de guherîna herî giring di temsiliya partiyê de pêkhat.

Heta nuha Kongreyên Partiyê Serokê Partiyê û organên din Meclis û Desteya Disiplinê cuda hildibijart. Li kongreya 12. Destûra (peyrewa) partiyê hat guhertin. Serokatiyê rakir, sekreteriyê anî. Li goreyê bendên nû yên peyrewê Kongre,Meclisa partiyê hildibijêre, Meclis jî ji nav endamên xwe yekî wek Sekreter hildibijêre. Meclis, bi piraniya dengan sekreterê partiyê hildibijêre û dikare bi piraniya dengan biguhere. Sekreter bi desta rêvebir û meclisê re hevra partiyê birêvedibe.

Kongre 12. organên partiyê Meclisê û Komiteya disiplinê hilbijart. Meclisa partiyê jî di civîna xwe ya yekemîn de sekreterê partiyê û berpirsiyarên din endamên desta rêvebiriyê hilbijart.

Kongreyê logoya partiyê guhert

Logoya nû de ku piraniya nûneran ji bo wê logoyê biryar dan,perçeyekî ji keleha Amedê tê de ye. Navê partiyê û sala damezirandinê 1965 cîh digre. Rojekî derdikeve, navê partiyê û sal ser nivîsiye. Partî dê xebat û çalakiyên xwe de logoya heta nuha jî bi kar bîne. Her wisa alayekî ku ser zemîneya zer PDK-Bakur dinivîse, ew jî dê bê bikaranîn.

PDK-Bakur ser xeta xwe Rêbaza Barzanî û şêweyê xebata xwe ya rêxistînî-siyasî asitiyane, aşkere û rewa berdewam e

PDK-Bakur, partiyeke neteweyî û demokratîk e, li bakurê welat ser rêbaza Barzanî kar û xizmetên bo doza milet û welatê me dimeşîne. Ser vê xeta xwe bênavber berdewam e. Partiyên demokrat xwedî misyonekî fikrî û siyasî ne. Bîrewerî û stratejiya PDK-Bakur ji vê serçaviyê xwedî dibe.

Partiyê sala 2013an li Kongreya xwe ya 10. derbarê şêweyê xebat û têkoşîna Partiyê de, biryara xebateke bi rê û rêbazên sivîl, demokratîk û aştiyane dabû. Ew biryar sala 2016an li Kongreya 11. jî hatibû tekez kirin. Îro jî em li ser vê biryarê berdewam in.

PDK-Bakur, partiyeke neteweyî û demokratîk e; li ser bingehên demokrasiyê siyasetê dike; şêweyê xebat û rêxistina eşkere û rewa, wek bingehê xebata xwe dipejirîne. Di vê çarçoveyê de Partî, ji bo cîbicîhkirina armancên siyasî, netewî, xebateke sîvîl, demokratîk û aştiyane dimeşîne, li gor şert û mercan derfetên yasayî bi kar tîne.

Şêweyê kar û xebatên Partiyê xebateke yasayî, aşkere û rewa ye. Di vê çarçoveyê de hemî kar, xebat û çalakiyên siyasî, civakî, çandî, perwerdeyî yên Partiya me dê aşkere û li ber çavan bin. Doza Gelê Kurd dozeke siyasî ye, dozeke rewa ye û ji bo doza maf û azadiyên gelê me yê bindest, kar û xebat û rêxistin, mafê me ye; mafekî rewa ye, hiqûqî û yasayî ye jî.

Partî ser vê xeta xwe û şêweyê xebat û têkoşînê berdewam e. Di vê çarçoveyê de me ji bo damezirandina partiyeke yasayî kar kir û îro jî ev xebat di rojeva me de ye û pêwist e. Em ê ser vî karî berdewam bin.

Têgeha PDK-Bakur pir partiyatî ya demokratîk e

PDK-Bakur, girêdayî prensîp û nirx û norm û hêjayîyên gerdûnî  yên navdewletî û rojavayî ye.

PDK-Bakur, wekî di Kongreyên xwe berê de biryar kiriye, dûbare tekez dike: baweriya xwe bi pirdengî û pir rengîniya (pluralîzma) civakî û siyasî dihîne. Maf û azadiya ifadekirina hizr û baweriyên cûrbecûr, ji bo jîyana demokratîk, aramî, aştiyê û ji bo pêşveçûnên civakî, siyasî û aborî hokarê (şertê) sereke ye. Li nav Partiya me dijminahiya Kurd û Kurdistaniyên xwedî bîr û hizrên cûda û rexistinên wan nayê qebul kirin û xeta sor e.

Partiya me di xebata siyasî de bikaranîna zorê weke navgîneke siyasî napejirîne 

Ji bo normalîzebûna siyasetê, pêwîst e siyaset ji zordestiyê, ji tundî û tujiyê, ji karanîna şîdetê bitê parastin. PDK-Bakur, di xebat û xizmeta siyasî de bikaranîna şidet û zordestiyê red dike û bi tu awayî qebûl nake. Têkoşîna sivîl, demokratîk û aştîyane derfeta ramanên ku pêdiviya gelê me pê heye, peyda dike.

Di vê çarçoveyê de, partiya me gengeşeyên ku li Tirkiyeyê derbarê guherîna Zagona bingehîn de dibe, bi giringî li qelem dide. Pêşniyariya me bo hemî aliyên Kurdî û Kurdistanî ew e: Vê mijarê de li goreyê doz û daxwazên rewa yên gelê me pêşniyariyên hevbeş bên diyar kirin û aliyê Kurd û Kurdistanî bi hemî terefan re bo cîbecîh kirina daxwazên hevbeş tevbigerin.

Hemî Kurdistanî li Kurdistanê wekhev in. Herwiha PDK-Bakur di çarçoveya maf û azadiyên olî û bawermendî yên gerdûnî de rêz û hurmeta hemî ol, mezheb, bîr û hizrên bawermendiyê digire, Maf û azadiyên hemiyan parastî ye.

PDK-Bakur, li ser rêbaza Barzaniyê Nemir Partiya niştîmanperwerî, demokrasî, hevdemî û modernizmê ye PDK-Bakur konê Kurdewarî û Kurdistanîtiyê ye. Di bin vî konî de ji hemî Kurdistaniyên dilsoz re singê me vekiriye, em amade ne bi hev re xizmeta doza gelê xwe bikin. Partiya me, ji sala 1965an vir de xwedî dîrokeke dûr û dirêj e, xwedî misyon û hêzeke xurt e, di nav xelk û civaka Kurdistanê de jî rahên xwe bi cih kirine. Em bawer in, dê xelkê me di zûtirîn demê de li dora Partiya xwe ya yasayî bicive û di bin alaya rengîn de bigihije xwezî û hêviyên xwe.