Wezîra Derve ya Kanadayê: Em bi hevkarên xwe re kar ji bo aramiya rewşa Rojhilata Navîn dikin

Navenda Nûçeyan (K24) – Wezîra Derve ya Kanadayê Melanie Jolie derbarê rewşa Rojhilata Navîn de got: “Em ji rewşa herêmê û zêdebûna rageşiyê nîgeran in. Divê em bi hevkarên xwe re ji bo aramkirina rewşa giştî ya Rojhilata Navîn bixebitin.”

Wezîra Derve ya Kanadayê Melanie Jolie îro 3ê Nîsanê li ser metirsiya bihêzbûna DAIŞê li Iraqê û aloziyên li Rojhilata Navîn bersiva peyamnêrê Kurdistan24ê da û got: “Em beşek ji Hevpeymaniya Navdewletî ya li dijî DAIŞê ne û ez vê dawiyê li Rojhilata Navîn bûm û ligel hêzên me yên li Kuweytê civiyam.”

Jolie got: “Em ji zêdebûna aloziyan nîgeran in û em dixwazin tundî raweste.”

Herwiha got: “Divê em bi hevkarên xwe re kar bikin, da ku rewşa herêmê aram bimîne.”