Abdullah Zeydan peyameke spasdariyê parve dike

Abdullah Zeydan
Abdullah Zeydan

Diyarbekir (K24) - Hevserokê Şarederiya Mezin a Wanê Abdullah Zeydan li ser malpera xwe ya civakî peyameke spasdariyê parve kir.

Abdulah Zeydan îro (Pêncşem, 04.04.2024) peyameke spasdariyê li ser malpera xwe ya tora civakî parve kir û tê de spasiya çend aliyên cuda cuda kir.

Abdulah Zeydan di wê peyamê de gotiye, “Berî her tiştî ji gelê me yê bi rûmet re ku îradeya xwe bi heybet parastiye, ji hevserokên me Leyla Zana, Ahmet Turk, Başak Demîrtaş, Parlementerên me û hemû hevalên me yên partiyê re, di serî de birêz Silheddîn Demirtaş û Birêz Selçuk Mîzrakli û hemû girtiyên siyasî yên di girtîgehan de, em spasiyên xwe pêşkêşî hemû gelên Tirkiyeyê yên ku demokrasiyê diparêzin, xebatkarên çapemeniyê, hemû rêveberên partiyên siyasî û nûnerên saziyen sivîl dikin”.

Abdullah Zeydan di pareke din a peyama xwe de amaje daye, “YSKyê bi hiqûq û edaletê re li ber xwe dide”.

Di pareke a wê peyamê de hatiye, “Ev biryara Lijneya Bilin a Hilbijartinan ku li ser esasê edalet û hiqûqê ye, hêviyên avakirina hiqûqê di her warî de û misogerkirina aştiya civakî mezin dike”.

Navbirî li dawiyê jî tekez kiriye, “Niha dema xizmetkirinê ye. Divê kes guman neke ku em ê xizmetên layîqî gelê xwe bikin”.