Bervedanên hember encamên hilbijartinên Şaredariyên Tirkiyeyê berdewam in

Şirnex
Şirnex

Diyarbekir (K24) - Li Hezroya Diyarbekirê ji bo ku deng ji nû ve werin hijmartin, li Sitewrê ya Mêrdînê ji bo ku hilbijartin betal bibe ji aliyê Dem Partiyê ve serîlêdan hat kirin û her wiha dê li Curnê Reş a Ruhayê û Erdexanê jî dê hilbijartin ji nû ve werin kirin.

Li navçeya Hezroya Diyarbekirê Ak Partiyê 4 hezar û 83 deng wergirtibûn, Dem Partiyê jî 3 hezar û 712 deng wergirtibûn û 904 deng jî wek nelê hatibûn tomarkirin. Dem Partîyê ji bo ku dengên nelê ji nû ve werin hijmartin serî li Lijneya Hilbijartinê ya Navçeyê da, ev serîlêdan hat redkirin û li ser vê yekê serîlêdan bo Lijneya Hilbijartinê Ya Bajêr hat kirin. Li dibistaneka Hezroyê 900 leşker û polîsên ji der ve hatîn dengê xwe bi kar anîbûn.

Li Sitewrê ya Mêrdînê jî Ak Partiyê bi 767 dengan dabû pêşiya Dem Partiyê û 978 leşker û polîsên ji der ve hatîn dengê xwe bi kar anîbûn û tenê di avahiyekê de 650 kes hatibûn tomarkirin. Dem Partî bo li Sitewrê betalkirina hilbijartinan serîlêdan kir.

Li Şirnexê jî Ak Partî bi ser ketibu lê dîmenên leşker û polîsên dengên xwe bi kar anîbûn di medyaya civakî de deng vedabû û Dem Partî pankartek li avahiya xwe ya Şirnexê ve kir û ser pankartê hatiye nivîsîn ku encamên rasteqîn wisa ne: Dem Partî 15553, Ak Partî 11492, leşker û polîsên ji der ve hatin 6541.

Li Erdexanê jî namzetê Ak Partiyê serîlêdan kir û xwest hilbijartin were betalkirin. Li Erdexanê namzetê CHPê bi ser ketibû.

Li Curnê Reş a Ruhayê jî Dem Partî bi ser ketibû û namzetê Ak Partî bo betalkirinê serîlêdan kiribû û biryar hatibû dayîn ku hilbijartin were betalkirin û ji nû ve were kirin.

Li Wanê jî pêşî ji ber ku mafê hilbijartinê ji Abdullah Zeydan hatibû sitandin û li ser bertekan, Lijneya Hilbijartinê ya Bilind biryar dabû ku mazbata bo Abdullah Zeydan were dayîn.