Zeydan Belgeya xwe ya erkdariyê wergirt

Diyarbekir (K24) - Hevşaredarên Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê Neslîhan Şedal û Abdullah Zeydan mazbatayên xwe wergirtin.

Hevşaredarên Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê Neslîhan Şedal û Abdullah Zeydan ji bo wergirtina mazbatayên xwe (Belgeya erkdariyê) serlêdan li Lijneya Hilbijartinê ya Bajarê Wanê da û belgeyên xwe standin.

Abdullah Zeydan piştî ku belgeya erkdariyê sitand got, “Di wê pêvajoyê de, em spasiya xwe li hemû saziyên sivîl, partiyên siyasî û welatiyan dikin. Dem dema xizmetê ye, ji niha û pê de em dê xizmeta welatiyên xwe bikin”.