Rêzan Hemesalih: Îtalya rolê Serokwezîr Mesrûr Barzanî gelek giring dinirxîne

Rêzan Hemesalih
Rêzan Hemesalih

Navenda Nûçeyan (K24) - Nûnera Hikûmeta Herêma Kurdistanê li Îtalyayê amajeyê dide, “Wezaretên Bergiriyê û Jîngehê û Civata Pîrên Îtalyayê piştevaniya doza gelê Kurd dikin, ji aliyê wan ve gelek giring e ku qewareya Herêma Kurdistanê wekî xwe bimîne”.

Nûnera Hikûmeta Herêma Kurdistanê li Îtalyayê Rêzan Hemesalih ji K24ê re ragehand, “Peywendiyên Îtalyayê bi Herêma Kurdistanê re gelek kevn in, herwesa di 20 salên dawiyê de peywendiyên navbera wan kumoktir bûne, hemî hikûmetên Îtalyayê jî piştevaniya doza Kurdan kiriye”.

Nûnera Hikûmeta Herêma Kurdistanê li Îtalyayê herwesa got, “Ji bilî hikûmetê, dostîniya gelê Îtalyayê jî bi gelê Kurd re gelek kevn e û ew jî piştgiriya gelê Kurd dike”.

Rêzan Hemesalih tekez jî kir, “Rolê Serokwezîr Mesrûr Barzanî rolekî gelek giring e û Îtalya rolê wê gelek giring dinirxîne”.

Navbiriyê amaje jî da, “Ji bilî Hikûmeta Îtalyayê, Vatîkan jî gelek giringiyê dide Herêma Kurdistanê û dixwaze ew herdem seqamgir be ji ber ku ew pêkvejiyana navbera pêkhat û olan cihê giringiya berpirsên Vatîkanê û Papayê Vatîkanê bi xwe jî ye”.

Nûnera Hikûmeta Herêma Kurdistanê li Îtalyayê eşkere jî kir, “Hebûna konsulxaneyên welatan li Herêma Kurdistanê, herwesa hebûna peywendiyeke bihêz a Serokwezîr Mesrûr Barzanî bi wan konsulxane û diplomatkaran re peywendiyên Herêma Kurdistanê û welatên cîhanê bihêztir kirine, ku tevaya wan piştgiriya xelk, hikûmet û qewareya Herêma Kurdistanê dikin”.

Rêzan Hemesalih li dawiyê jî got, “Wezaretên Bergiriyê û Jîngehê û Civata Pîrên Îtalyayê piştevaniya doza gelê Kurd dikin, ji aliyê ve wan gelek giring e ku qewareya Herêma Kurdistanê wekî xwe bimîne”.