Arif Ruşdî: Serokwezîr xweragir bû û bi mêrxasî li meydanê ma

Navenda Nûçeyan (K24) – Şêwirmendê Polîtburoya Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) ragihand, mijara mûçe û bûdceya Herêma Kurdistanê pirseke navxweyî ya Iraqê ye, eger milmilaneya her aliyek bi Herêmê re hebe, nabe bûdce û qota xelkê bike armanc.

Şêwirmendê Polîtburoya PDKê Arif Ruşdî ji Kurdistan24ê re ragihand, mijara mûçe û bûdce pirseke navxweyî ya Iraqê ye eger milmilaneya her aliyek bi Herêmê re hebe, nabe bûdce û qota xelkê bike armanc. ji ber ku ev kiryaran zirarê dide navûdengê wan.

Arif Ruşdî got: Niha cîhan bûye gundekî biçûk û daxwazên me li ser bûdce û mûçe ji hemû cîhanê re hatine eşkerekirin, lewra ew xaleke gelek neyînî bû ji bo hikûmeta Iraqê li hember civaka navdewletî.

Herwiha got: “Bi pêdagiriya Serokwezîr û tîmê wî, wan erkên xwe bi başî pêk anîn û neçûn bin barê biryarên ne dadperwer, ji ber ku dixwazin pirsa mûçe û bûdceyê bikin rêyek bo destşikandina Herêma Kurdistanê.

Şêwirmendê Polîtburoya PDKê Arif Ruşdî amaje bi wê kir: “Serokwezîr xweragir bû û bi mêrxasî li meydanê ma. Alîkariya ku jê re hat, alîkariya gel bû, piştre jî alîkariya PDK'ê û aliyên welatparêz bû.”