YSK: Li Kerboranê deng ji nû ve nayên hijmartin

Diyarbekir (K24) – Lijneya Hilbijartinê ya Bilind  li ser bervêdana Dem Partiyê ya derbarê hilbijartinên Kerborana Mêrdînê de biryar da ku  Kerboranê deng careke din nayên hijmartin ku biryara dubare hijmartinê ji aliyê Lijneya Hilbijartinê ya Bajêr ve hatibû dayîn.

Di hilbijartina 31ê Adarê de li Kerborana Mêrdînê Dem Partiyê 6 hezar û 559 deng wergirtibû û rêjeya dengên wê %49 bû, Ak Partiyê jî 5 hezar û 828 deng wergirtibû û rêjeya dengên wê %43 bû.

Piştî hilbijartinan li ser bervêdana Ak Partîyê Lijneya Hilbijartinê ya Bajêr a Mêrdînê biryar dabû ku li Kerboranê deng ji nû ve werin hijmartin û Dem Partiyê jî amaje kiribû ku biryara jinûvehijmartinê ne hiquqî ye û serî li Lijneya Hilbijartinê ya Bilind dabû.

 Lijneya Hilbijartinê ya Bilind jî derbarê serîlêdana Dem Partiyê de biryara xwe da û di biryarê de hat gotin ku dê li Kerboranê deng ji nû ve neyin hijmartin.