Serokê Herêma Kurdistanê cuda cuda bi balyozên Amerîka û Fransayê li Îraqê re dicive

Navenda Nûçeyan (K24) - Di çarçoveya serdana xwe ya ji bo Bexdayê de, Serokê Herêma Kurdistanê cuda cuda bi balyozên Amerîka û Fransayê li Îraqê re dicive.

Li dû ragehandina Serokatiya Herêma Kurdistanê, Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî îro (Yekşem, 07ê NÎsana 2024ê) li Bexdayê bi Balyozê Fransayê li Îraqê Patrick Dorell re civiya, pê re li ser rewşa Îraq û Herêma Kurdistanê û peywendiyên Hewlêr û Bexdayê û hilbijartinên Perlemana Kurdistanê danûstandin kirin.

Her du aliyan bi awayekî erênî pêşhatên peywendiyên navbera Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Hikûmeta Îraqê ya Federalî de nirxandin û tekez li ser giringiya hevfehimandin û çarekirina arêşeyên navbera her du aliyan kir.

Di tewereke din a wê civînê de, peywendiyên Fransayê bi Îraq û Herêma Kurdistanê re, serdana Serokê Herêma Kurdistanê ji bo Bexdayê û hevdîtin û civînên wî bi berpirsên bilind ên Îraqê re hatin behskirin.

Ji aliyekî din ve, Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî her îro li Bexdayê bi Balyoza Amerîkayê li Îraqê Alina Romanowski re jî civiya.

Di wê civîn de jî, her du aliyan li ser dawî pêşhatên rewşa siyasî ya Îraqê, peywendiyên Hewlêr û Bexdayê li jêr ronahiya dawî pêşkeftinan û lihevkirina Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Hikûmeta Federalî li ser pirsa mûçeyên mûçexurên Herêma Kurdistanê, rewşa navxwe û hilbijartinên Herêma Kurdistanê dîtin û nerînên xwe li hev guhertin.

Her du aliyan tekez li ser giringiya çarekirina arêşeyên Hewlêr û Bexdayê ji bo parastina tenahî û seqamgiriya siyasî ya welatî kir, herwesa her du alî li ser pêdivîtiya alîkarî û hevahengiya aliyên siyasî yên Îraqê û berdewamiya bizav û danûstandinan ji bo çarekirina tevaya arêşeyan hevnerîn bûn.

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî duhî (Şemî, 06ê Nîsana 2024ê) gehişt Bexdayê û bi Serokwezîrê Îraqê û aliyên siyasî re civiya.