Sefîn Dizeyî: Serokwezîr Mesrûr Barzanî sedema çareseriya arêşeyên navbera Hewlêr û Bexdayê ye

Sefîn Dizeyî
Sefîn Dizeyî

Navenda Nûçeyan (K24) - Berpirsê Fermangeha Peywendiyên Derve ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê radigehîne, “Pareke çarekirina arêşeyên navbera Hewlêr û Bexdayê taybet li ser pirsa mûçeyan peywendî bi serdana Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê ve heye”.

Berpirsê Fermangeha Peywendiyên Derve ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê Sefîn Dizeyî îro (Yekşem, 07ê NÎsana 2024ê) taybet ji K24ê re ragehand, “Danûstandinên Hikûmeta Herêma Kurdistanê bi Hikûmeta Îraqê û serdana şanda Hikûmeta Herêma Kurdistanê ji bo Bexdayê herdem ji bo wê yekê bû ku pabendiya Herêma Kurdistanê li ser lihevkirina navbera her du aliyan tekez bikin”.

Berpirsê Fermangeha Peywendiyên Derve ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê amaje jî da, “Eger lihevkirin jî di navbera her du aliyan de hebûbin, Îraqê di ser pabendiya Herêma Kurdistanê re lihevkirin wekî heyî bi cih neanîne û wekî karteke givaştinê li dijî Herêma Kurdistanê bi kar anîne, ku ev jî nayê qebûlkirin”.

Sefîn Dizeyî herwesa ragehand, “Serokwezîr Mesrûr Barzanî nîgeraniyên Herêma Kurdistanê yên li beranberî Bexdayê gehandin Amerîkayê, herwesa em dilxweş in ku arêşeya mûçeyan ji bo her sê mehên pêşiyê yên îsal hatiye çarekirin, em hêvîdar in ew mijar êdî nebe pirsa germ a medyayan”.

Berpirsê Fermangeha Peywendiyên Derve ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê tekez jî kir, “Serokwezîr Mesrûr Barzanî sedema çareseriya navbera Hewlêr û Bexdayê ye”