Serokwezîr Mesrûr Barzanî serexweşiyê li Dr. Fuad Hisên dike

Mesrûr Barzanî û Fuad Hisên
Mesrûr Barzanî û Fuad Hisên

Navenda Nûçeyan (K24) - Ji ber koça dawiyê ya hevjîna Wezîrê Derve yê Îraqê, Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê behînameyekê arasteyî wî dike.

Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî behînameyek ji bo Dr. Fuad Hisên araste kiriye ji ber koça dawiyê ya hevjîna wî ku tê de nivîsiye, “Ez serexweşiyê li cenabê te dikim û ji Xudayê mezin dixwazim canê Xudêjêraziyê bi behişta berîn şa bike û dilrehetiyê bi we bide”.

Serokwezîr Mesrûr Barzanî herwesa nivîsiye, “Ez hevparê xema we me û hêvîdar im ev dawî nexweşiya we be”.

Deqê behînameya Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê:

Birayê rêzdar Dr. Fuad Hisên;

Nûçeya koça dawiyê ya hevjîna cenabê te ez xemgîn kirim.

Ez serexweşiyê li cenabê te dikim û ji Xudayê mezin dixwazim canê Xudêjêraziyê bi behişta berîn şa bike û dilrehetiyê bi we bide. Ez hevparê xema we me û hêvîdar im ev dawî nexweşiya we be.

 

Birayê we

Mesrûr Barzanî