Çavdêr: CHP ji bo pirsa kurdî siyaseteke wêrek nîşan nede, serkeftina wê dê bikeve metirsiyê

kurdistan24.net

Stenbol (K24) – Piştî hilbijartinên şaredariyan, CHP hesab li ser bihêzkirina serkeftina xwe, AK-Partî jî pêdeçûn li ser kêmbûna dengên xwe dikin. Zanyarên siyasetê diyar dikin ku, heke CHP ji bo çareserkirina pirsa Kurdî siyaseteke wêrek nîşan nede, serkeftina wê dê bikeve metirsiyê. Herwiha daku AK-Partî bikaribe dengên xwe vegerîne û deshilata xwe biparêze divê pêdeçûneke berfireh û bihêz li ser kêmbûna dengên xwe bike.

Li Tirkiyeyê hilbijartineka din jî dawî bû lê wisa diyar e heta hilbijartineka din jî pirsa Kurdî dê di rojeva aliyên siyasî de be. CHPê di vê hilbijartinê de bi taybet li Stenbolê bi rêjeyeke diyar deng ji Kurdan wergirt û serkeftineke dîrokî bidest anî.

Çavdêrên siyasî di wê baweriyê de ne ku berdewamiya vê serkeftinê girêdayî piştgiriya Kurdan e lê aliyên nîjadperest ên di nava CHPyê de û siyaseta Kemalîst a wê partiyê rêgirê çareserkirina pirsa Kurdî ne û ev rewş jî astenga herî mezin e li pêşiya mayîndebûna serkeftina CHPê.

Parlamenterê berê yê HDP’ê Celalettîn Can ji K24ê re got: “Ez ne bawer im ku CHP pirsa Kurdî bikare çareser bike. Di dawiya dawî de CHP partiya Atatûrk e û Kemalîst e. Xetên wê yên sor hene li ser pirsa Kurdî û serçaveya vê pirsê ew e jixwe. Dibe ku CHP hin hewilên çareseriyê bide. Lê ez ji bo çareseriyeke bingehîn ji CHPê ne geşbîn im. Ji ber ku rayeke nîjadperest û faşîst di nava CHPê de hê jî bihêz e.”

Li aliyê AK-Partiyê jî, çaresernebûna pirsa Kurdî, ji bilî pirsgirêkên aborî û bêhelwestiya beramber Îsraîlê, yek ji sedemên kêmbûna dengên wê ye jî.  Li gor zanyarên siyasetê heke AK-Partî bi sedemên kêmbûna dengên xwe re bi awayeke bihêz rûbirû nebe dê nekare rê li ber şikestina xwe bigire. Herwiha heta hilbijartineka din gûherîna sîstema Hilbijartinên Serokomariyê jî dikare li rojeva Tirkiyeyê zêde bibe. Lewra di vê hilbijartinê de diyar bû, bidestxistina dengan zêdetir ji sedî 50 bo AK-Partiyê gelek zehmet bûye.

Zanyarê Siyasetê Ulaş Tol dibêje: “AK-Partiyê ji ber ku hem beramber CHPê, hem beramber Yenîden Refahê hem jî beramber DEM-Partiyê şikestineke pir alî aniye, divê pêdeçûneke berfireh û bihêz li ser vê şikestinê bike. Eger vê neke û şikestina xwe tenê bi pirsgirêkên aboriyê, neçûne dengdêrên xwe ser sindoqan û çûna dengan bo Yenîden Refahê ve girê bide û tenê hewileke teng bo başkirina aboriyê û vegerandina dengan bide, ev hewil dê encameke bixêr bo AK-Partiyê neyne.”

Di hilbijartinên şaredariyan de CHP piştî 47 salan bûbû yekemîn partî û AK-Partiyê jî serkêşiya xwe ya 22 salan a ji dest dabû.

Ji hilbijartinên Serokomriya Tirkiyeyê hê çar sal mane. Heta hingê çavê CHPyê dê li postê Serokomariya Tirkiyeyê, xema AK-Partiyê jî dê vegerandina dengên xwe be. Ak-Partî dê ji bo vegerandina dengên xwe çi bike, CHP jî dê vê serkeftina xwe çawa berceste bike, dê girîngtirîn pirsên aliyan bin.