Li Şirnexê ji bo 15 rojan qedexe hat ragihandin

Şirnex
Şirnex

Navenda Nûçeyan (K24) – Li Şirnexê, herema çiyayê Cûdî û çiyayê Gabbarê wek heremên teybet hatin diyarkirin û 15 rojan qedexê lê hat ragihandin.

Parêzgariya Şirnexê di daxuyaniyekê de ragihand, “Ji bo dabînkirina ewlekariya netewî, parastina nîzam û ewlekariya giştî, nehîştina tawanan, parastina maf û azadiyên bingehîn û nîzama giştî, rêgirtina li bûyerên tundiyê û her rewşek neyînî li Herêma çiyayê Cûdî ku di nav sînorên Navçeya Navendî ya Şirnexê, navçeyên Silopiya û Cizîrê de ye, her wiha çîyaye Gabbarê alîye dikeve sînore navçeya Basa di navbera  10 û 25ê Nîsana 2024'an de ev herêm wekê Herêma Ewlekariya Taybet hatiye nîşandan û ji bo 15 rojan hatiye qedexekirin.’’